H’emû nûçeSereke

Banka navneteweyî, ya daçêkirinê û pêşketinê wê krêdîta 102 mîlyon yûroyî bona werguhastinên nava goveka saxlemîxweykirinêda bide Ermenîstanê

Banka navneteweyî, ya daçêkirinê û pêşketinê wê krêdîta 102 mîlyon yûroyî bona werguhastinên nava goveka saxlemîxweykirinêda bide Ermenîstanê.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, di navbera Komara Ermenîstanê û banka navneteweyî, ya daçêkirinê û pêşketinê, qayîlnivîsara bona mîyaserkirina bernama nava goveka saxlemîxweykirinêda  hatîye îmzekirinê.Qayîlnivîsar 25 ê tîrmeha sala 2024 a hatîye îmzekirinê.

“Li gorî qayîlnivîsarê, wê 102 mîlyon yûro çawa krêdît bidine Ermenîstanê. Li gorî wê progiramê armanc ewe, ku dereca alîkarîya doxtirîyê bidine bilindkirinê û dijwarîyên fînansîye nava goveka saxlemîxweykirinêda bidine redkirinê”,- cîgira wezîrê saxlemîxweykirinê Lêna Nanûşyanê gotîye.

Bi gotina cîgira wezîr, tevî vê banka navneteweyî eva qaylnivîsara krêdîtêye ewline, ya ku li ser bingeha encama hatîye danînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button