H’emû nûçeSereke

Du navên din wê li ser Dîwarê bîranînê ku li qada bîrdariya ku bîranîna qurbaniyên qirkirina Ermenîya didomîne, bên zêdekirin

Du navên din wê li Dîwarê bîranînê ku li qada bîrdariya ku bîranîna qurbaniyên qirkirina Ermenîya nemir dike, bên zêdekirin.  Li ser beşek ji dîwarê bîranînê yê bazalt yê 100 mêtrê dirêj, navên zêdetirî pêncî bajar û bajarokên mezin û biçûk û niştecihên wan yên ermenî yên li Împaratoriya Osmanî, ku komkujî û sirgûnkirina gelê Ermenî lê hatibûn organîzekirin, hatine xêzkirin. Ji sala 1996 a û vir ve, kûpên tijî ax yên ku ji gorên kesayetên biyanî, siyasetmedar û rewşenbîrên ku li dijî qirkirina Ermeniyan ya ji alîyê dewleta tirk ve hatiye kirin, dengê xwe yên nerazîbûnê bilind kirine, li pişt dîwarê Bîranînê tên veşartin. Navên wan ev in: Frîtyof Nansên, Bênêdîkt XV, Cakomo Gorînî, Anatol Franc, Jêyms Brayc,Yohênnês Lêpsus, Frans Vêrfêl, Armîn Wêgnêr, Hênry Morgênthau, Hedvîg Byûl, Fayêz al-Xusêyn, Karên Yêpê, Yakob Kyûnslêr, Klara Barton.

Seroka fonda “Muzêy-înstîta qirkirina Ermenîya” Êdita Gzoyanê di civîna çapemeniyê ya li navenda çapemeniyê ya “Armenpress” ê de diyar kirîye ku navê Rafayêl Lêmkîn wê di demeke nêz de li vê lîsteyêda bê zêdekirin.Rafayêl Lêmkîn di avakirin û pêşxistina lêkolînên jênosîdê de wek şaxeke zanistî ya cihê kedeke mezin da. Lêmkîn ne tenê bi efirandina têgîna “jênosîd” û beşdarbûna xebata amadekirina Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Pêşîlêgirtin û Cezakirina sûcên Jênosîdê ya 9 ê kanûna pêşin ya sala 1991 ê, lê di heman demê de lêkolîna berfireh ya jênosîdên cûre-cûre yên ku di dîrokê de qewimîne, tê hesibandin.

“Di mîrateya xwe ya zanistî ya mezin de, Lêmkîn cihekî taybet da lêkolîna mijara pêkanîna qirkirina Ermenîya û di tevahiya jiyana xwe de li ber çavan girt. Bi nirxdayîna rol û keda Rafayêl Lêmkin, biryar hat girtin ku 24 ê hezîranê de, roja rojbûna wî, em ê navê wî bi awayekî bi heybet li Dîwarê Bîranînê zêde bikin”.

Di bîranînê de wê navê admîralê fransî Lûî de Fyûnêy jî hebe ku di berxwedana xweparastinê ya lehengî ya Musalêrê de bi çalakiyên wî nêzîkî 4 hezar ermenî hatin rizgarkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button