H’emû nûçeSereke

Cîgirê serokwezîrê  Ermenîstanê û bayloza Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî pirsên pêwandîyên dualî û herêmî gotûbêj kirine

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan bayloza Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Ermenîstanê Krîstîna Kwîn qebûl kirîye. Ji “Armenpress” ê ragîhandine,wekî cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan û bayloza amêrîkî pirsên rojeva pêwandîyn dualî û usa jî mecalên berfirehbûna hevkarîyê gotûbêj kirine.Xeberdan usa jî derheqa bûyarên herêmîda çûye, fikir dora qewînbûn û aşîtîya li  herêmê hatine pevguhartinê.Nava wê hemtêsktêda cîgirê serokwezîr mîyaserkirina înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” girîng hesab kirîye. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button