Balyoza Amêrîkayê li ser sêktora ênêrjîya atomî ya Ermenîstanê bi nûnerên şîrketa amêrîkîye Westinghouse re gotûbêj kirîye

Balyoza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayêye li Ermenîstanê Krîsîna Qwîn bi nûnerên şîrketa amerîkîye Westinghouse re hevdîtin kirîye û li ser sêktora ênêrjiya atomî ya Ermenîstanê gotûbêj kirine.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, li ser vê yekê balyozxaneya Amêrîkayê ya li Ermenîstanê daxuyaniyek daye.
Balyozxaneyê di daxuyaniyekê de gotîye: “Şîrketên amêrîkî xwedana ezmûneke girîng in û xwedana têknolojiyên nûjen in ku dikarin ji bo ewlekirina paşeroja ênêrjiyê ya Ermenîstanê bibin alîkar, hem ji Dewletên Yekbûyî û hem jî Ermenîstanê sûd werdigirin”.
Westinghouse Electric Company pargîdaniyek amerîkî ye ku di sêktora ênêrjiya atomî de dixebite.Sala 2023 a de, pargîdaniyê projeyek ji bo çêkirina reaktorên modular yên kompakt yên bi kapasîteya 300 megavatê pêşkêş kirîye. Sêrtîfîkaya reaktorên modular ji bo sala 2027 a, û girêdana wan bi tora giştî ji bo sala 2033 a tê plan kirin.
Ermenistan û Dewletên Yekbûyî di çileya sala 2025 de belgeyek hevkariyek stratêjîk îmze kirin, ku tê de şertek ji bo destpêkirina danûstandinên li ser peymana hevkariya atomî heye.
Gulana sala 2023 a de serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragihandibû ku şandeyek ji Ermenîstanê wê here Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê da ku li ser kapasîteyên stansîya atomî yên modular hîn bibin. Paşînyan gotîye: “Mixabin stansîya me ya atomî ya ku dixebitîne muhlet heye, piştî wê em nikarin bixebitin. Niha em bi gelek şirîkan re li ser mijara avakirina stansîya atomî bi awayekî aktîv danûstandinan dikin, ev muzakere hem bi Rûsyayê û hem jî bi Dewletên Yekbûyî û hem jî bi welatên sêyemîn re tên kirin. Niha em difikirin ku ji van bijardeyan kîjan ji alîyê aborî ve bi kêrî wê zêdetir e”.
Xebata stansîya atomî ya li Ermenîstanê kar dike, dema dawî sala 2036 a ne.







