
Berpirsîyarê kar û barên Çînistanêyî li Ermenîstanê Çên Mîn ji rojnameya tirkî ya alîgirê hukumetê “Tirkîya” ê re şîrovek kirîye. Rojnameyê gotareke bi sernavê “Ji Çînistanê di înîsîyatîva “Kember û rê” de gaveke nû”: Tirkîya navendeke stratêjîk e û Yêrêvan jî di nav tora veguhestinê de ye” weşandîye.
Di gotarê de hatîye destnîşankirin ku xerîta bazirganîya gerdûnî ji nû ve tê guhertin. Çînistan di înîsîyatîva xwe ya dîrokî ya “Kemberek û rêyek” de gaveke din ya girîng diavêje û amade dike ku Ermenîstanê bike nav tora xwe ya veguhestinê. Hatîye destnîşankirin ku Pêkînê di derbarê vê planê de cara ewil berpirsiyarê demkî yê kar û barên Çînistanê yê Ermenîstanê Çên Mînra axivîye.
Regionmonitor.com gotarê raber dike:
“Çînistan dixwaze di înîsîyatîva xwe ya “Kember û rê” de rûpelek nû veke. Berpirsyarê kar û barên Çînistanê yê li Ermenîstanê Çên Mîn, cara yekem ragîhand ku wê Yêrêvan jî di nava projeyê de cîh bigire.
Di şîroveya taybet ya Turkiyegazetesi.com.tr de, Çên Mîn dîyar kirîye ku Pêkîn plan dike ku Ermenîstana ku ew wek “xaçerêya dinyayê” dibîne bi awayekî çalaktir bikeve înîsîyatîva “Kember û rê”.
Çên daye zanîn ku di vê çarçoveyê de dê Çînistan di demeke nêz de bi Yêrîvanê re di sêktora veguhestinê de peymanekê îmze bike û destnîşan kir ku ev bername wê ji alîyê Komara Ermenîstanê ve ji nû ve bên xêzkirin.







