
Erebzan Hayk Koçaryan di wê bawerîyê de ye ku piştî ku Donald Tramp hat ser desthilatê, Amêrîka bi giştî hewl dide kiryarên xwe bi Tirkîyayê re li ser pirsa Sûrîyayê hemaheng bike û Enqerê faktora sereke ya parastina aramîyê dibîne.
Hayk Koçaryan di hevpeyvîna xwe ya bi “Armenpress” ê re, behsa bûyerên li Sûrîyayê û geşedanên li der-dora wî welatî kir, ku hem hêzên sûpêr û hem jî dewletên herêmê yên bibandor di nav xwe de ne.
“Û çima Amêrîka hejmara leşkerên xwe li Sûryayê hinekî kêm dike ji ber faktora kurdî ye, ji ber ku pirsgirêka herî mezin li ser rêya avakirina Sûryake yekgirtî faktora kurdî ye. Heger bihêz be û kurd li herêmên rojhilatê Sûrîyayê serwêrîya xwe bidomînin, wê tabîyen Damaskosê li ser maseya danûstandinan lawaz bibe, ji ber wê jî Amêrîka ku piştovanîya kurdan dike, hewl dide wan neçar bike ku li ser maseya danûstandinan rûnên û bi rayedarên niha yên Sûrîyayê re biaxivin. Koçaryan gotîye: “Di rastîyê de Amêrîka hewl dide bi vî awayî piştgirîya xwe ya ji bo kurdan qels bike û bigihîje armanca xwe”.
Li ser gotina serokkomarê Tirkîyayê Êrdogan ku gotibû, Enqere bi tu şert û mercî rê nade parçekirina Sûrîyayê, Koçeryan tekez kir, ku divê helwesta serokê Tirkîyayê di çarçoveya van mijaran de bê nirxandin.
“Erdogan bi zelalî dibîne ku lîstikvanê din yê ku bi meseleya Sûrîyayê re eleqedar e, Îsrayêl e, ew jî vê mijarê nîqaş dike û destnîşan dike ku divê Têl Avîv jî beşdarî danûstandinan bibe. Di vir de mijar zêdetir bi nakokîya Tirkîyayê-Îsraêlê ya li Sûrîyayê ve girêdayî ye. Daxuyanîya Êrdogan bi taybetî Îsrayêl e ku bi awayên cûre-cûre piştgirîyê dide civakên herêmî yên agirbestê û bûyerên li herêmên rojhilatê Sûrîyayê diqewimin. Eşkere ye ku ji bilî vê yekê Îsrayêl bi bikaranîna kurdan wek hevalbend, dixwaze bi navê “Korîdora Dawid” veke, yanî pişta xwe dispêre piştevanîya navçeyên ku kurd lê dijîn, wan bike yek û wan bixe navbera şîya û sunyan:”Erdogan ji bo vê pêrspêktîvê jî bi israr dibêje ku Tirkîya rê nade parçebûna Sûrîyayê”.







