
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 23 ê nîsanê li Hewlêrê pêşwaziya Fermandarê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kirîye.
Li gorî daxuyaniya serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên li Sûryayê û peywendîyên di navbera Hêzên Sûrya Dêmokratîk û aliyên siyasî yên kurdî li Sûryayê û hukumeta Sûryayê hatin gotûbêjkirin. Herwiha behsa metirsîyên têrorê û rû bi rûbûna metirsiyên DAIŞ ê hatin kirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevkarî û beşdariya kurdan û hemû pêkhateyên Sûryayê di birêvebirina welat de û dabînkirina mafên hemûyan kirin. Herwiha tekezî li ser karê hevbeş û hevkariya di navbera pêkhateyên Sûryayê de kirin, ji bo parastina ewlehî û aramiyê û rû bi rûbûna metirsî û aloziyan.
Pêwîstiya yekrêzî û hevahengiya di navbera hêz û aliyên kurdî li Sûryayê de, wek garantîyek ji bo pêkanîna daxwaz û mafên rewa yên kurdan li wî welatî, rewşa qampa Holê û rola hevpeymanîya navdewletî li Sûryayê di rû bi rûbûna DAIŞ ê de, mijarên din yên hevdîtinê bûn.







