SerekeSîyasî

Welat gerekê rêzê li yekparçeya axa hevdu bigirin: Pêzêşkîan li ser rakirina blokên ragîhandinê yên li Kafkasya Başûr

Serokkomarê Îranê Mesûd Pêzêşkîyan dîyar kirîye ku rakirina blokên ragîhandinê yên li Başûrê Kafkasîyayê divê li ser esasê rêzgirtina welatan ya ji bo yekparçeya axa hev pêk bê.

Li gorî rapora “Armenpress” ê, serokkomarê Îranê di hevpeyvîneke li gel kompanya têlêvîzyona dewleta Adirbêcanê AzTv ê, behsa nakokî û alozîyên navbera Yêrêvanê û Bekûyê li ser mijara vekirina kanalên pêwendîyê li Başûrê Kafkasîyayê kirîye.

Hevpeyvîn ji alîyê kanala Telegramê ya Caspian Frontiers ve ji farisî hatîye wergerandin.

Pêzêşkîan, bersiva pirseke rojnamevanekî Adirbêcanê ya derbarê çawa dîtina Îranê ji bo çareserkirina pirsa ragirtina pêwendîyan li Kafkasya Başûr, bi taybetî mîsogerkirina derbazbûna ji axa Adirbêcanê bi xwe di nav axa Komara Ermenistanê bo Komara Xweser ya Naxîcêvanê de, da zanîn ku divê dewlet rêzê li yekparçeya axa hev bigirin û çavê wan li axa hevdu nebin.

Li gorî serokkomarê Îranê, pirsgirêkên sînorî û axa navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê tenê dema ku peywendîyên sîyasî û bazirganî yên her du welatan bi berçavgirtina mafên her du alîyan normal bibin, dikarin bên çareserkirin.

“Ev qanûna yekem û herî girîng e.Pirsgirêkên sînor û axa di navbera Adirbêcan û Ermenîstanê de tenê dema ku peywendîyên sîyasî û bazirganî yên di navbera her du welatan de, bi liberçavgirtina mafên her du alîyan asayî bibin, dikarin bên çareserkirin. Ji bo alîkarîkirina çareserkirina vê pirsê, niha em kar dikin ku rêya Îranê amade bikin, da ku xûşk û birayên me  yên Adirbêcanê bi rêya axa Îranê bigihîjin Naxîçêvanê. Xebatên çêkirina rê û rêyên hesinî di wî alî de bi lez û bez pêşda diçin. Serokkomarê Îranê herwiha gotîye: “Me berê li ser vê mijarê li hev kiribûn û bi îzina Xwedê, tu astengî li pêşîya pêkanîna peywendîya di navbera Adirbêcanê û Naxçêvanê de namîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button