SerekeSîyasî

Serokkomarê Îranê ji Adirbêcanê re eşkere kiriye ku gelê we beşek ji Îranê ye, ne berovajî vê yekê: îranzan

Dema ku serokkomarê Îranê radigihîne ku em rê nadin aliyên sêyemîn di têkiliyên bi Adirbêcanê re pirsgirêkan çêkin, raste-rast behsa Îsrayêlê dike.Îranzan Pûay Hosêynî di hevpeyvînekê de ligel News.am ê daye kifşê.

“Em dibînin ku bi salan e Adirbêcan gelên Îranê yên tirkîaxiv aciz dike, dixwaze bakurê Adirbêcana Îranê bike Adirbêcana Başûr. Ji ber vê yekê serokkomarê Îranê tiştên wiha gotîye, yanî bi awayekî eşkere diyar kirîye ku heger sînor tunebe jî gelê we beşek ji Îranê ye, ne ku gelên tirkîaxiv yên Îranê dikarin bibin beşeke ji Adirbêcanê. Bi vê yekê Îran propagandaya Adirbêcanê dike”.

Hosêynî amaje bi ragihandina Îranê ya derbarê cezakirina kesê êrişî ser balyozxaneya Adirbaycanê kiriye, ku ji alîyê Adirbêcanê ve hatîye xwestin, dîyar kirîye: “Ew darvekirin ne li ser daxwaza Adirbêcanê bû, li gor destûr û yasayên Îranê pêwîst e”.

Adirbêcan bi berdewamî Îranê tawanbar dike ku li pişt vê kiryara terorîstî ye, lê şantajên bi vî rengî yên Adirbêcanê bandor li Îranê nekir. “Di peywendiyên bi Adirbêcanê re, hewlên Îranê zêdetir asteng in, ji alîyê Îranê ve têkilîyên bi Ermenîstanê re piştgirî û biratî ne. Her wiha em dizanin ku Adirbêcan bi dijminê mezin yê Îranê Îsrayêl re hevkariyeke leşkerî, îstixbaratî û sîyasî heye, lema jî hemû têkiliyên dîplomatîk yên Îranê bi armanca bêbandorkirin û nehiştina metirsiya ku ji alîyê Adirbêcanê ve

Zêdetir nîşan bide
Back to top button