Serokê parlamêntê red nake ku Paşînyan di deqa dawî de ji bo serdana Moskvayê di 9 ê gulanê biryara xwe biguhere

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan li ser vê nêrîna xwe ye 80 salîya salvegera Serkeftinê jî cejina me ye. Ewî ev yek 5 ê gulanê de di axaftina bi rojnamevanan re dubare kirîye.
Ewî bi bîr xistîye ku Ermenîstanê 300 hezar kur û keçên xwe li gorîgeha Serketinê dan û ev jî Serkeftina li dijî faşîzmê ye.
Der barê nerazîbûnên li Rojavayê de jî bi bîr xist ku kesayetên rojavayî bi xwe bi awayekî aktîv çûne Moskvayê û diçin.
Di heman demê de keda ermenîyan ya ji bo têkoşîna li dijî faşîzma li Avropayê bi bîr xist. Herî dawî cenazeyê Mîsak Manûşyan birin Pantêonê. Sîmonyan destnîşan kirîye ku ev jî wê bibe rêzgirtin ji bo keda Manûşyan û endamên din yên berxwedana Serdemê.
Sîmonyan bi bîr xistîye ku biryara çûyînê ji alîyê Nîkol Paşînyan ve wê bê dayîn. “Lê ez difikirim ku ew ê beşdar bibe”. Serokê parlamênta Ermenîstanê dîyar kirîye ku di kêliya dawî de dibe ku biryara neçûyînê bide û wiha gotîye: “Axaftina min xelet e”.
Rojnamevanan texmîn kirine ku “dibe ku ew bi kovîd ê nexweş bikeve”. Baş e, ma gelek kes nexweş ketine? serokê Hindistanê, wek nimûne”,- Sîmonyan razî bûye. Ewî her weha bi bîr xistîye, beşdarbûna di bûyerên weha mezin de derfeteke din e ji bo danûstandina bi hevkaran re. Sîmonyan dîyar kirîye ku wek mînak wê serokkomarê Adirbêcanê jî here.







