H’emû nûçeSereke

Wizz Air bi 2 balafiran û 8 seferên nû yên raste-rast ber bi Avropayê ve baregeha xwe ya yekem li Yêrêvanê vedike

Firokeya herî mezin ya Ermenistanê, Wizz Air, wê di cotmeha sala 2025 a de, li balafirgeha navneteweyî ya “Zvartnos” ê, baregeha xwe ya yekem li welêt veke.

Vekirina baregehê vê zivistanê wê geştên nû yên raste-rast ji bo heşt mebestan li şeş welatan ji rêwîyan re peyda bike, û pozîsyona pêşeng ya firokexaneyê di bazara hewavanîyê ya Ermenistanê de bêtir bihêz bike.

Wizz Air bi berferehkirina tora rêyên xwe, wê gihîştina pêwendîya hewayê ya di navbera Ermenîstan û Avropayê de çêtir bike, û bêtir seferan bi bihayên balkêş pêşkêş bike. Bilêt ji xwe ji bo firotanê li ser malpera fermî wizzair.com, û her weha li ser sepana mobîl ya balafirgehê, bi tenê 29,99 yûro dest pê dikin, hene.

Ji cotmeha sala  2025 a pê ve, rêwî dikarin ji rehetîya geştên raste-rast yên nû yên di navbera Yêrêvan û Barîyê, Bûxarêstê, Hambûrgê, Nêapolîyê, Nîsayê, Mêmîngênê, Papfosê û Prahayê de kêf bikin.

Şîrketa hewayî her wiha frekansa seferên Dortmûndê zêde dike û di hefteyekê de 4 seferan dike. Heya sala 2025 a, tora rêwîyan a Wizz Air ji Ermenîstanê wê 17 cîhên 10 welatan bihewîne, ku zêdetirî 1,2 mîlyon kursî ji rêwîyan re peyda bike.

Ev berfirehbûn bi vekirina baregeha 34 a ya Wizz Air li balafirgeha “Zvartnos” ê ya Yêrêvanê, ku wê du firokeyên nûjen yên Airbus A321neo li xwe bigire, pêkan e.

Ji destpêka xebatên xwe yên li Ermenîstanê di sala 2020 a de, Wizz Air zêdetirî 2,2 mîlyon rêwî hilgirtîye, ku di sêktorên hewavanî û tûrîzmê de li dora 2,000 karan beşdar bûye. Di çarçoveya vekirina bingehê li Yêrêvanê de, şirket plan dike ku nêzîkî 100 karmendên nû ji bo tîma xwe peyda bike: karmendên firokeyê û endamên ekîba firokeyê. Zêdebûna çaverêkirî ya seyrûsefera rêwîyan wê di heman demê de bibe sedema efirandina nêzîkî 800 karên nû di sêktorên têkildar de.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button