H’emû nûçeSereke
Ermenîstanê xwe gîhandîye qaylnivîsara korîdora transportêye di navbera Îranê, Omanê, Qeterê, Tirkmênistanê û Ûzbêkîstanêda

Hukumata Ermenîstanê begemîya xwe daye wê yekê ku Ermenîstan jî bighîje qaylnivîsara korîdora transportêye di navbera Îranê, Omanê, Qeterê, Tirkmênistan û Ûzbêkîstanêda.
Hatîye dîyarkirinê,wekî xwegîhandina wê qayîlnivîsarê mecala cîguhastina bara û rêwîya pêş dikeve û mecalên tranzîtêye milahîm çê dibin.
Qaylnivîsarê îzinê bide ku bi wê rê bighîjine sûkên navneteweyî, milahîmkirina qewilên gumirka û sîstêmên transportê.
Ev qaylnivîsar li gorî prînsîpên projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ye û wê alî kûrkirina hevkarîya pêwandîyên transportê û êkonomîkî bike.







