H’emû nûçeSereke

Hindistan wê beşa duyemîn ya pergalên  Akash tîrmehê de radestî Ermenîstanê bike

Hindistan wê beşa duyemîn ya pergalên mûşekên dijî hewayî yên Akash di tîrmehê de bişîne Ermenîstanê. Ev ji hêla IADN ya Hindistanê ve, ku di sêktora parastinê de pispor e, hatîye ragihandin.

“Hindistan wê  meha tîrmehê de beşa duyemîn ya pergalên Akash bişîne Ermenîstanê”,- di nivîsa rojnameya X ê de wiha  hatîye gotin.

IDRW ya Hindistanê jî radigihîne ku Hindistan wê beşa duyemîn ya pergala Akash S1 ya ku li herêmê tê hilberandin piştî tîrmehêde, radestî Ermenîstanê bike. Tê gotin ku ev hemû parçeyek ji peymana kirîna 15 pergalên Akash yên bi bihayê 710 mîlyon dolarî ye bi Ermenîstanê re  sala 2022 a de û hevkarîya stratêjîk ya bi Ermenîstanê re xurt dike.

Her batarya pergala Akash, ku ji hêla Bharat Electronics Limited û Bharat Dynamic Limited ve hatîye çêkirin, çar avêtin, sê mûşek û radarek 3D ya bi şopandina êlêktronîkî pêk tê. Hatîye dîyarkirin ku li dijî gefên herêmê, bi taybetî balafirên şer û balafirên bêmirov hêza parastina hewayî ya Ermenîstanê zêde dike.Akash moşekek erd-ezman e ku dikare firokeyên şerkar, fûzeyên krûzê û fûzeyên hewa-erd, dron û hedefên din yên asmanî bi menzîla 25 kîlometroyan bixe xwarê.

Dezgeha mêdyayê her wiha dinivîse ku guhartoya hinardekirinê ji guhartoya ku ji hêzên çekdar yên Hindistanê re tê dayîn hinekî cudatir e û li gorî hewcedarîyên Ermenîstanê hatîye adaptekirin.

Mêdyaya Hindistanê  mijdara sala 2024 a de li ser radestkirina beşa yekem ya pergalên Akash ji Ermenîstanê re ragîhandine. Ermenîstan yekemîn welatê bîyanî ye ku vê sîstêma mûşekî bikire.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button