Armên Grîgoryan û Acît Doval mijarên girêdayî rojeva Ermenîstan-Hindistanê gotûbêj kirine

Sêkrêtarê konsêya ewlehîyê ya Ermenîstanê Armên Grîgoryan 13 ê gulanê li paytexta Hindistanê Nyû Dêlîyê serokwezîrê Hindistanê Narêndra Modî û şêwirmendê ewlehîya neteweyî Acît Doval re hevdîtin pêk anîye.
Li gorî rapora “Armenpress” ê, ofîsa konsêya ewlehîyê ya Ermenîstanê ragîhandîye ku di hevdîtinê de li ser çend mijarên têkildarî rojeva dualî ya Ermenîstan û Hindistanê gotûbêj kirine, bi taybetî pêvajoya kûrkirina hevkarîyên aborî û hevkarîyên heyî yên di warê ewlehîyê de hatine nirxandin.
Di hevdîtinê de, alîyan behsa rewşa ewlekarîya navdewletî û navçeyî jî kirine, ku di çarçoveya wê hevdîtinê de, Acît Doval li ser daxwaza sêkrêtarê encûmena asaîşa netewî ya Ermenîstanê, derbarê geşedanên mûhtemel yên têkildarî bûyerên rojên dawî de li ser sînorê Hindistan û Pakîstanê qewimîne, agahî kirin û li ser daxwaza alîyê Hindistanê sêkrêtarê encûmena asaîşa neteweyî ya Ermenîstanê pêvajoya asayîkirina peywendîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de raber kirîye.







