Sêkrêtarê konsêya ewlehîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan li ser vexwendina hevtayê xwe yê Îranê çûye Tehranê

Ofîsa konsêya ewlekarîyê ya Komara Ermenîstanê der barê serdana sêkrêtarê konsêya ewlehkarîyê Armên Grîgoryan ya Îranê agahî daye.
Di bersiva pirseke “Armenpress”ê de, ofîsê ragihandîye ku sêkrêtarê encûmena asayîşa navdewletî wê di vê serdanê de beşdarî “Forûma dîyaloga Têhran 2025” bibe, di formata pirs û bersivan de.
-Di nava mehekê de çapemenî bi awayekî aktîv serdanên sêkrêtêrê konsêya ewlehîya komara Ermenîstanê Armên Grîgoryan dişopîne. Ofîsa konsêya ewlekarîyê ya Komara Ermenîstanê daxuyanîyek daye û dîyar kirîye ku sêkrêtarê konsêya ewlekarîyê çûye Tehranê. Em dixwazin li ser serdana plankirî bêtir fêr bibin.
-Belê, hûn rast dibêjin, ofîsa encûmena asayîşa Ermenîstanê daxuyanîyeke wiha daye. Sêkrêtarê konsêya ewlehîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan li ser vexwendina sêkrêtarê konsêya bilind ya ewlehîya neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê Elî Akbar Ahmedîyan çûye Tehranê. Biryar e di vê serdanê de sêkrêtarê encûmena asayîşa navdewletî bi rayedarên din yên derecebilind yên Îranê re hevdîtinên kar bike. Herwiha divê bê zanîn ku di serdanê de, sêkrêtarê encûmena asayîşa navdewletî wê bi formata pirs û bersivan jî beşdarî “Forûma dîyaloga Têhran 2025” bibe.







