
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, ragîhandîye ku ew pêşwazîyê li hevdîtinên dawî yên derbarê Sûrîyayê de dikin û ew weke “derfeteke girîng” dibînin. Ebdî herwiha tekez kirîye ku ew hîn pabendî rêkeftina 10 ê adarê ya di navbera wan û Şamê de ne.
Ebdî 15 ê gulanê di daxuyanîyekê de ji ajansa “North Press” re gotîye: “Em pêşwazîyê li civînên ku vê dawîyê pêk hatine û yên ku biryar e li Tirkîyayê bên lidarxistin dikin. Em wan wek derfeteke girîng dibînin ku rê li ber qonaxeke nû ya dîyaloga avaker vedike, ji bo ku xizmeta vegerandina aramî û aşîtîyê ji Sûrîyayê re bike”.
Biryar e wezîrê Amêrîkayêyî karên der Marko Rûbîo, pêncşemê li Antalya Tirkîyayê, li gel wezîrê Tirîkayêyî karên der Hakan Fîdan û wezîrê Sûrîyayêyî karên der Esed Şaybanî civîyaye.
Fermandarê giştî yê HSD ê gotîye: “Em bawer dikin ku hevkarîyên herêmî û navdewletî bingeheke sereke ji bo mîsogerkirina paşerojeke aram û ewle ji bo hemû sûrîyan pêk tînin û em amadebûna xwe ji bo hevkarîyê li gel hemû alîyan li ser vî esasî dîyar dikin”.
Derbarê biryara serokê Amêrîkayê ya bidawîkirina cezayên li ser Sûrîyayê de, Mezlûm Ebdî gotîye: “Em pêşwazîyê li hewlên ji bo bidawîkirina cezayên li ser Sûrîyayê dikin, ji ber ku bandoreke wê ya raste-rast di sivikkirina êş û azarên gelê Sûrîyayê de heye ku zêdetirî çardeh salan berdewam kirîye. Îdî dema wê hatîye ku rê li ber qonaxeke nû ya başbûna aborî, ji nû ve avakirin û geşepêdanê bê vekirin, ku tevahîya Sûrîyayê, bi taybetî bakûr û rojhilatê wê, li xwe bigire”.
Mezlûm Ebdî hewlên herêmî û navdewletî “yên ku beşdarî proseya rawestandina cezayên li ser Sûrîyayê bûne” jî bilind nirxandîye.
Li ser rêkeftina li gel Şamê, Ebdî gotîye: “Em careke din pabendbûna xwe bi rêkeftina ku di 10 ê adarê de li gel Şamê hatîye îmzekirin, tekez dikin”.







