H’emû nûçeSereke

Araxçî bal kişandîye ser helwesta zelal ya Îranê li ser yekparçeya axa Ermenîstanê û binpêkirina serwêrîya Ermenîstanê

Sêkrêtarê konsêya ewlehîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan 17 ê gulanê li Têhranê bi wezîrê Komara Îslamî ya Îranêye kar der Ebas Araxçî re hevdîtin pêk anîye.

Armên Grîgoryan geşedanên dawî yên pêvajoya asayîkirina peywendîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê û hewldanên ku ji alîyê hukumeta Ermenîstanê ve tên kirin, raber kirîye.

Di çarçoveya van mijaran de alîyan bal kişandine ser girîngîya îmzekirina peymana aşîtîyê.Abas Araxçî bal kişandîye ser helwest û piştevanîya eşkere ya Îranê ji yekparçeya ax û serwêriya Komara Ermenîstanê.

Civînê de behsa rewşa ewlekarîya herêmê hate kirin û tekez li ser pêwîstîya aştîyeke bi îstiqirar hatine kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button