SerekeSîyasî

Dilşad Şehab: Nêçîrvan Barzanî bi berpirsên Sûryayê re parastina mafên kurdan gotûbêj kirîye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Têhranê bi wezîrê Îranêyî karên der Abas Eraxçî re civiyaye.

Nêçîrvan Barzanî û Abas Araxçî bihêzkirina pêwendiyên dualî û çawaniya bipêşxistina hevkariya hevbeş ya di warên cure-curede gotûbêj kirine.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê X ê li ser civînê gotîye:

“Ez kêfxweş im ku  min hevdîtineke bi encam bi wezîrê  Îranêyî karên der birêz Abas Araçî re hebû.

Di vê hevdîtinê de me bîr û rayên xwe li ser xurtkirina pêwendiyên dualî yên li ser bingeha cînartîya baş û berjewendîyên hevbeş anîn zimên.

Her wiha me tekezî li ser girîngiya guherina bîr û rayan û têgihiştina hev beş kir ji bo parastina aramî û seqamgîriya herêmê, bi rengekî ku ew hewldan li gel mîsogerkirina berjewendiyên gel û welatên herêmê de hevterîb bin”.

Li alîyê din, serokatîya Herêma Kurdistanê jî li ser civînê gotîye, “Her du aliyan pesina têkiliyên dêrîn yên di navbera Îranê û Herêma Kurdistanê de kir û tekezî li ser daxwaza dualî ji bo pêşvebirina têkiliyên dualî kir bi rengekî ku xizmetê ji bo seqamgîrî û berjewendiyên hevbeş yên Îranê û Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve bike”.

Gotûbêjkirina rewşa herêmê bi giştî mijareke din ya hevdîtinê bû.

Nêçîrvan Barzanî bi vexwendineke fermî gihîştîye Têhrana paytexta Îranê û  beşdarî li foruma dîyalogê ya Têhranê bûye û di forumê de li ser rewşa herêmê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û Hewlêr û Têhranê gotarek raber kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button