SerekeSîyasî

Polonîyayê dest danî ser 5 tonn tekerên balafirên Boeing yên ku di ser Adirbêcanê re derbasî Rûsîyayê dibûn

Rêveberiya bacê ya neteweyî ya Polonîyayê roja duşemê ragihand ku gumrika Polonîyayê dest danîne ser 5 tonn tekerên balafirên sîvîl yên Boeing yên ku diviyabû di rêya Bêlarûsê û Rûsyayê re derbas bibin. Kargoyên bi vî rengî yên tranzît ku ji bo welatên  Hevalbendîya Welatên Serbes têne şandin, pir caran li ser axa Rûsyayê “wenda” dibin.

“Xebatçîya di dema kontrolkirina kamyonekê de li Koroşçînê dîtin ku şofêr tekerên ku li firokeyên sîvîl yên Boeing dihatin bikaranîn, li şûna lastîkên diyarkirî yên otomobîl û otobusan vediguhast, Reuters ê ji zarê rêveberîya bacê ya neteweyî ragîhandîye.Ewê zêde kirîye ku hilberên weha di bin cezayên Yekîtiya Avropayê de ne.

Der barê sextekariya gumrikê de dosyaya sûc hatîye vekirin û kelûpelên ku cezayê mueyîdeyê li wan tê dayîn hatin girtin. Şandina tekerên firokevaniyê şirketeke spanî bû û wergir jî azêrî bû. Pêşkêşkirina kelûpelên di bin sîzayan de ji Avropayê ji bo welatên Asyaya Navîn û Kafkasyayê di nav axa Rûsyayê de bûye yek ji planên dorpêçkirina tedbîrên sînordar. Berhem nagihîje cihê xwe, di rê de “winda dibe”.

Hevaltîtên hewayî yên rûsî ku ji dabînkirina parçeyên yedekê yên balafiran ji welatên rojava bêpar in, bi awayên cûre-cûre hewl didin wan perçeyên balafiran derxînin welêt.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button