H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê girêdayîbûna xwe ya bi îthalata berevanîyê ji yek çavkanîyê heta 95 selefî kêm kirîye:Mîrzoyan

Ermenîstanê tercîheke bêveger kirîye ber bi dêmokrasiyê, ber bi aştiyê ve, ber bi Avropayê ve. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di axaftina xwe ya di vekirina civîna herêmî ya balyozên Yekîtîya Avropayê yên li Avropaya Rojhilat û Asyaya Navîn de diyar kirîye. Ev agahî ji alîyê sêrvîsa çapemenîyê ya wezîreta Ermenîstanêye  karên derve  hatîye ragihandin.

“Em bi demek dîyarker re rû bi rû ne.Em di wê baweriyê de nin ku hevkarên me yên avropî wê bersivê bidin van gavên bibiryar bi tevlêbûneke wekhev ya wêrek û stratêjîk, hevkarîyeke rasteqîn ya berevajî û veguherîner xurt bikin.Mîrzoyan wiha gotîye: “Bi vî awayî em ne tenê piştgirîyê lê di heman demê de li hevkarîyê jî digerin, ne tenê teşwîqê lê di heman demê de tevlêbûna domdar jî em dikarin bi hev re nîşan bidin ku di cîhaneke ku her ku diçe perçe dibe, hevkarîyên prînsîb û fikirên wekhev hîn girîng in”.

Ewî bal kişand ser wê yekê ku Ermenîstanê gavên wêrek avîtîye ku têkiliyên xwe yên hevkarîyê cihêreng bike. Di vê çarçoveyê de wezîr bal kişand ser îmzekirina peymana hevkarîya stratêjîk ya bi Amêrîkayê re û pêngavên aktîv yên rayedarên Ermenîstanê ji bo berfirehkirina hevkarîyên stratêjîk yên bi welatên Yekîtîya Avropayê re jî girîng nirxand.

Mîrzoyan wiha gotîye: “Ermenîstanê heta 95 selefî girêdaya xwe ya ji îthalata berevanîyê ya ji yek çavkanîyê kêm kiriye. Di heman demê de hukumeta me karibû kontrola sînoran bêtir serbixwe bimeşîne, her weha rêyên alternatîv ji bo mîsogerkirina serxwebûna ênêrjiyê, di nav de sêktorên ênêrjîya  atomî û ênêrjiya dikare nûjen jî di nav de bihesibîne”.

Ewî her wiha bal kişand ser îmzekirina peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenistanê û Adirbêcanê de û diyar kir ku rayedarên Ermenîstanê bi berdewamî ji bo pêkanîna aşîtîyeke berfireh û bi sazî bi Adirbêcanê re hewil didin.

Wezîrê karên der destnîşan kirîye: “Hîn ne diyar e ku Adirbêcanê ji dil nîgeranîyên xwe hene yan jî bi awayekî sûnî pêvajoyê dereng dixe, lê rastî ev e ku peymana aşîtîyê ya ku di navbera her du welatan de hatîye lihevkirin hêj nehatiye îmzekirin”.

Ewî bang li hevkarên avropî kirîye ku piştgirîya xwe ji vê pêvajoyê re xurtir bikin û hêvî kir ku ew bi berdewamî tekezî li ser pêwîstiya îmzakirina bilez ya peymana aşîtîyê bi Ermenîstanê re bikin, hem di têkiliyên xwe yên raste-rast bi Bekûyê re û hem jî di daxuyaniyên xwe yên giştî de.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button