H’emû nûçeSereke

Serokwezîr pêşwazîya balyozên Yekîtîya Avropayê yên li welatên Avropa Rojhilatê û Asya Navîn kirîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan, balyozên Yekîtîya Avropayê yên li welatên Avropa Rojhilatê û Asya Navîn yên ku bi serdan hatine Ermenîstanê, qebûl kirîye.

Serokwezîr pêşwazî li serdana balyozan û lidarxistina hevdîtinên bi vî rengî kirîye.

Mijarên têkilîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê, hevkarî û pêşdabirina zêdetir û rojeva rêformên dêmokratîk hatine gotûbêjkirin.

Li ser geşedanên li herêmê bi taybetî jî behsa pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatine kirin.

Balyozan bal kişandin ser hewldanên hukumeta Ermenîstanê yên ji bo dabînkirina aramî û aşîtîyê li herêmê û her wiha ji bo pêşdabirina rêformên dêmokratîk bi berdewamî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button