H’emû nûçeSereke

Ermenîstan li  Kafkasîya Başûr roleke girîng dilîze: wezîrê Îranêyî parastinê

Wezîrê Komara Îranêyî Îslamîyî parastinê  gênêralê brîgadê Ezîz Nasîrzadê  li dawîya serdana xwe ya du rojê li Ermenîstanê, ji hevdîtinên berfireh û berhemdar bi rayedarên payebilind yên Ermenîstanê re ragîhandîye.

Li gorî rapora “Armenpress” ê, ev yek ji alîyê IRIB a Îranê ve, li ser gotinên qulixçîkî Îranê hatîye ragîhandin.

Nasîrzadê, amaje bi hevdîtinên di gel serokwezîrê Komara Ermenistanê, wezîrê  parastinê û sêkrêtarê konsêya ewlehîyê  dîyar kirîye ku di hevdîtinê de li ser mijarên cûre-cûre yên hevkarîyê ji wan warên  parastinê û aborîyê hatine gotûbêjkirin û bi wezîrê Komara Ermenistanêyî parastinê re peymaneke ji hevtêgihîştinê hatîye îmzekirin.

“Mercên geşepêdana hevkarîyê ji niha ve gihîştîye û me wezîrê  Ermenîstanêyî parastinê vexwendîye ku serdana navendên  parastinê yên welatê me bike”,-wezîrê Îranêyî parastinê gotîye.

Nasîrzadê her wiha bal kişand ser sîyaseta prînsîp ya Komara Îslamî ya Îranê li hemberî welatên cînar û daye kifşê ku gerekê rêz li yekparçeyîya axa û serwêrîya hemû welatan bê girtin.

Ezîz Nasîrzadê amaje bi girîngîya Kafkasya Başûr jî kirîye û gotîye: “Ev herêm ji alîyê jêopolîtîk û jêostratêjîk ve ji bo me xwedî girîngîyeke mezin e. Wek welatekî xwedî pozîsyoneke taybet ya dîrokî û transît, Ermenîstan jî di vê herêmê de roleke girîng dilîze. Me berê jî gotibû ku em li dijî her guhertina sînorên jêopolîtîk û dîrokî ne û di danûstandinên bi alîyên ermenî re jî ev mijar anîbû rojevê”.

Şanda wezîreta Îranêye parastinê bi serokatîya Azîz Nasîrzadê li ser vexwendina wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan 20 ê gulanê hatibû Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button