H’emû nûçeSereke
Civîna bilind ya civaka sîyasî ya Avropayêye 8 emîn wê li Ermenîstanê bê lidarxistin

Civîna bilind ya civaka sîyasî ya Avropayêye 8 emîn wê bihara sala 2026 a li Ermenîstanê bê lidarxistin.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.
Paşînyan nivîsara xwe de wiha gotîye: “Civîna bilind ya civata sîyasî ya Avropayêye 8 emîn wê bihara sala 2026 a li Ermenîstanê bê lidarxistin. Li welatê me mazûvanîya rêvebirên civata sîyasî ya Avropayê cîhê şanazîyê ye û spasîya hemû lîdêran dikim ku piştgirî dane vê biryarê”.
Em bîr bînin ku civîna bilind ya civaka sîyasî ya Avropayêye 6 emîn li paytexta Albanyayê Tîranayê hat lidarxistin û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan jî beşdar bibû, civîna bilind ya 7 emîn jî wê li Danyayê bê lidarxistin.







