H’emû nûçeSereke

Pîşesazîya leşkerî, ênêrjîya  atomî: serokwezîrên Ermenîstanê û Slovakîyayê qadên hevkarîyê zelal dikin

Serokwezîr Nîkol Paşînyan piştî hevdîtina bi hevtayê xwe Robêrt Fîso re gotîye ku Ermenîstan û Slovakîya di warên îndûstrya leşkerî û ênêrjîya  atomî de xwedî derfet in ku hevkarîyê bikin.

Di daxuyanîya xwe ya ji bo mêdyayê de, serokê hukumeta Ermenîstanê tekez kirîye ku ajandayên hevkarîya ermenîya-slovaka gelek berfireh in.

“Me li hev kirîye ku em hevkarîya xwe ya pêşwext li ser gelek mijaran bikin, bi taybetî dîyaloga sîyasî, di çarçoveya têkilîyên Ermenîstanê-Yekîtîya Avropayê da jî di nav da. Ji bo hevkarîyê di sêktora ênêrjîyê da rojeveke pir mezin heye, bi taybetî jî di warê hevkarîya di sêktora ênêrjîya  atomîda”,-Nîkol Paşînyan gotîye.

Serokwezîrê Slovakîyayê di daxuyanîya xwe de behsa hevkarîya di warê ênêrjîya atomî de jî kirîye. “Em, Ermenîstan û Slovakîya, xwedî heman rêaktoran in. Min ji we re dîyar kirîye ku nêrîna me çi ye, em dixwazin bi stansîya atomî ya li Slovakîyayê çê bikin”.

Slovakîya di warê pîşesazîya parastinê de jî pêrspêktîvên hevkarîyê dibîne.

“Min got, heger hûn destûrê bidine min ku ez gotina xwe dubare bikim, heger em çekan nehilberînin, kesekê din wê çêbike û em ê ji wana bikirin. Heger em mecbûr in ku em gelek pere ji bo parastina xwe xerc bikin, wê demê em wek welatên biçûk tiştê ku ji destê me tê bikin, hilberên ku wê hewcedarîyên me bicîh bînin bibînin û di heman demê de ev hevkarî wê me neçar neke ku em ji hevkarên din yên mezin, ji hevpeymanîya Atlantîka Bakûr bikirin”,-ewî gotîye.

Serokwezîrê Slovakîyayê dîyar kirîye ku ji byûcêya leşkerî wê nexweşxana, nûavakirina rê û piran fînanse bike.

“Ez bawer dikim ku artêş ne tenê bi çekan, wek berê me dîtîye, hewcedarîya binesazîyê heye”,-wezîr Fîso gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button