Ermenîstan amade ye rasthatina bi sirê ya civîna wezîraye bi formata “3+3” qebûlke: wezîreta karên der

Ermenîstan amade ye rasthatina bi sirê ya civîna wezîraye bi formata “3+3” qebûlke, derheqa çida serokatîyên Ermenîstanê sala 2024 a ragîhandibûn. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elamî Sputnik Armniay ê kiribûn, bersiva daxweza me ya nivîsar dabû.
Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov meha gulanê ragîhandibû ku divê hevdîtinên pêş yên platforma hevkarîya herêmî ya “3+3” li Yêrêvanê û Bekûyê bi rêzeke ku ji alîyê alîyan ve hatîye dîyarkirin bên lidarxistin.
“Hela hê 18 ê cotmeha sala 2024 a di çarçoveya civîna platforma şêwirmendîya herêmîye 3 emîn ya “3+3″ ya ku li Stembolê hatibû lidarxistin, Ermenîstanê amadebûna xwe ya ji bo civîna pêş ya wezîran ragîhandibû”,- bersiva wezîreta kar der de hatibû gotin.
Wezîretê amaje bi wê yekê jî kiribû, ku di demek nêzîk de wê raya giştî derbarê roj û cîhê civîna de agahdar bibe.
Civîna dawî ya platforma “3+3” bi beşdarîya wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan cotmeha sala 2024 a li Stembolê pêk hatibû.







