Em bi Adirbêcanê re ji bo çêkirina mêxanîzmekê ji bo vekolîna bûyerên sînor gotûbêjan berdewam dikin: sêkrêtarê konsêya ewlekarîyê

“Em bi rêyên dîplomatîk bi Adirbêcanê re ji bo peymana aşîtîyê îmze dikin”,-derheqa wê yekêda sêkrêtarê konsêya Ermenîstanêye ewlehîyê Armên Grîgoryan li brîfînga bi rojnamevanan re gotîye.
Sêkrêtarê konsêya ewlekarîyê li ser gulebarana li sêktora Xoznavarê, bi bîr xistîye ku Ermenîstanê ji Adirbêcanê re pêşnîyar kirîye ku mêxanîzmeke lêkolînê ya li ser bûyerên sînor ava bike.
“Em bi Adirbêcanê re ji bo çêkirina mêxanîzmeke lêpirsînê gotûbêjan didomînin,-Grîgoryan gotîye.
Li gorî sêkrêtarê konsêya ewlehkarîyê, di proseya avakirina aşîtîyê de pêşketin çêbûne.
“Di encama xêzkirinê de, niha beşeke meye 12,7 kîlomêtrê heye, ku xeteke sînorî ya zêde ye, ku li her du alîyên wê jî hêzên sînorî hene”,- sêkrêtarê konsêya ewlehkarîyê gotîye.
Li gorî Grîgoryan, komên xebatê yên di asta cîgirên serokwezîran de xebatên xwe yên ji bo pêşdabirina pêvajoya dîyarkirina sînoran didomînin.
“Rêkeftina dawî ew e ku ji sînorê Ermenîstanê-Gurcistanê-Adirbêcanê pêvajoya sînordarkirinê bedewam bike. Hewil didin bi hevraxeberdanan bigîhnin çareserîyan ku pêvajoya sînordarkirinê berdewam bike”.
Hatibû ragihandinê ku 29 ê gulanê di navbera seheta 01:00 ê heta 01:15 e deqe hêzên çekdarên Adirbêcanê li herêma Syûnîkêyî Xoznavarê gule berdane û di encamê de maleke şênîyan xirab bûye.
Ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê ragîhandine wekî zîyankêş tunene.







