Adirbêcan xwe amade dike ku di dema guncav de êrîşê bike: Bênîamîn Poxosyan

Elîyêv bikaranîna ûltîmatûma û danîna şert û mercên nû tenê tiştekî dide xuyakirin, şertên ku jê re tên gotin bi rastî hincetên ji bo îmzekirina tu belgeyan bi Ermenîstanê re ne. Ev yek ji alîyê lêkolînerê payebilind yê navenda analîtîk ya “APRI Ermenîstanê” Bênîamîn Poxosyan di hevpeyvîna bi News.am ê re gotîye.
“Niha serokê Adirbêcanê bi zelalî amaje dike ku heger Ermenîstan du şertên pêşwext yên ku ji hêla wê ve hatine raber kirin bi cîh bîne jî, ango destûreke nû qebûl bike, ku tê de behsa ragîhandina serxwebûnê nebe û di heman demê de ji koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê re bi pêşnîyara hilweşandina wê bê sepandin, wê demê garantî tune ku Adirbêcan wê peymana aşîtîyê îmze bike. Di rastîyê de, pêşmercên ku Adirbêcan dikare bide pêş, ew e ku bi navê Adirbêcana Rojavayî li ser axa Ermenîstanê ava bibe, di rastîyê de Adirbêcan avakirina yekîneyek xweser ya bi Adirbêcanê re li ser axa Ermenîstanê daxwaz dike, ev tê wê wateyê ku Adirbêcan jî wê daxwaza bicihkirina hêzên çekdar yên bîyanî li ser axa Ermenîstanê bike, û ew dikare bi ewlehî îdîa bike ku heta ku Ermenîstan vê yekê neke tê wateya korîdoreke derva, dagirkirina dêfakto ya hin axa Ermenîstanê û herwiha qutkirina têkilîya Ermenîstan û Îranê.
“Yanî heger em van du şertên ku jê re tê gotin bi cîh bînin jî, Adirbêcan jixwe dibêje ku tu kaxez nayê îmzekirin, ji ber ku ew ê li gorî van her du şertan tevbigerin, vekirina korîdoreke ji der, avakirina yekîneyeke xweser ya dêfakto ya bi navê Adirbêcana Rojavayê di hundurê Ermenîstanê de, şandina hêzên çekdar yên bîyanî ji bo ewlehîya wê yekîneya otonom.
Ewî da zanîn ku Adirbêcan bê guman xwe ji bo çareserîya leşkerî amade dike. Sedema ku heta niha neçûye çareserîyeke leşkerî ne nebûna xwestekê ye, lê rastîya ku Adirbêcan di wê bawerîyê de ye ku metirsîyên ku niha ji çareserîya leşkerî derdikevin ji feydeyên çareserîya leşkerî mezintir in. Di her kêlîyê de, dema ku ev hesab bê guhertin, Adirbêcan wê teqez biçe çareserîya leşkerî, û em dibînin ku ew her tiştî dikin da ku artêşa wan bi berdewamî çekan bikire, em bi berdewamî çekan bikirin tetbîqatên leşkerî yên cuda bibînin” ,-Bênîamin Poxosyan tekez kirîye.







