
Şêwekarê navdar yê kurd Qerenî Cemîl, 3 ê hezîranê ji ber nexweşîya penceşêrê li bajarê Hewlêrê koça dawî kirîye.
Qerenî Cemîl sala 1954 a li bajarê Hewlêrê ji dayik bûbû. Ew wek rewşenbîrekî mezin, hunermendekî jêhatî û kesayetiyekî hezkirî û rêzdar dihat naskirin. Tabloyên Qerenî Cemîl bi giştî rengvedana dîrok, çand û xwezaya Kurdistanê bûn.
Hunermendê koçkirî, sala 1977 a de bawernameya dîplomê ji peymangeha hunerên ciwan ya Bexdayê wergirtibû. Herwiha, sala 1984 a de kurseke salane ya lîtografîyê li Barsêlonaya Îspanyayê temam kiribû.
Yekemîn pêşangeha xwe ya taybet sala 1977 a li hola dibistana Eyûbiyê ya Hewlêrê vekirîye. Piştre, pêşangehên wî yên taybet li Barcêlonê (sala 1985 a), Almunêkarê (sala 1988 a) û Valênsîyayê (sala 1991 ê) yên Îspanyayê hatine lidarxistin.
Di navbera sala 1972 a û sala 2005 a , Qerenî Cemîl beşdarî zêdetirî 30 pêşangehên hevbeş û taybet li Bexdayê, Hewlêrê, Îtalyayê, Barcêlonayê, Almunêkarê, Valênsîyayê, Bryûsêlê, Kopênhagênê, Holandîyayê, Polonyayê û çend bajarên din yên cîhanê bûbû.







