Wezîrê karên der xelata Dostanîya Ermenîstanê raberî sêkrêtara giştî ya YÛNÊSKO ê kirîye

9 ê hezîranê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî sêkrêtara giştî ya YÛNÊSKO ê Odrî Azûlê hatîye.
Wek ku “Armenpress” ji wezîreta Ermenîstanêye karên der agahdar bûye, di hevdîtinê de mijarên têkildarî tevlêbûna Ermenîstanê ya di çarçoveya YÛNÊSKO ê de, parastina mîrata çandî di rewşên krîzê de û pêkanîna bernameyên cûre-cûre gotûbêj kirine.
Wezîr Mîrzoyan destnîşan kirîye ku Ermenîstan di vê heyama endamtîya xwe ya di lijneya birêvebir ya YÛNÊSKO ê da, tevî gelek geşedan û zehmetîyan jî, di çarçoveya wezîfeya rêxistinê da bi awayeke aktîv tevlêbûna înîsîyatîvên xwe didomîne.
Li gorî çavkanîyê, li ser xebatên gelek dezgehên YÛNÊSKO ê nêrîn hatine guherandin.
Di çarçoveya COP 17 ê de ku payîza sala 2026 a li Ermenîstanê bê lidarxistin, rêgezên hevkarîya Ermenîstan-YÛNÊSKO ê hatine gotûbêjkirin û di vî warî de mêxanîzmên girîng yên YÛNÊSKO ê li ber çavan hatine girtin. Hatîye destnîşankirin ku di dawîya hevdîtinê de wezîr Mîrzoyan ji bo qewînkirin û geşepêdana hevkarîya Ermenîstan û YÛNÊSKO ê û parastina nirxên însanî, mêdala Dostanîyê ya ku bi biryarnameya serokkomarê Ermenistanê ji sêkrêtara giştî ya YÛNÊSKO ê hatîye dayîn, raberî Odrî Azûlê kirîye.







