H’emû nûçeSereke

Avropa gerekê bi her awayî li kêleka Ermenîstanê be: parlamêntarê konsêya  Avropayê

Parlamêntarê fransî Fransûa-Ksavîyê Bêlyamî di wê bawerîyê de ye ku divê Avropa bi her awayî li kêleka Ermenîstanê be, da ku pêşî li êrîşeke nû ya mûhtemel ya Adirbêcanê bigire.

Parlamêntarê fransî yê Avroparlamêntê di hevpeyvîna xwe ya bi nûçegîhanê “Armenpress” ê re li Bryûsêlê ev nêrîn eşkere kirîye.

-Hûn danûstandinên heyî yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de çawa dinirxînin, li gorî daxwazên berdewam, carinan jî diguherin ku ji hêla Bekû ve têne pêşkêş kirin? Li gorî we di vê qonaxê de çi metirsî û derfet hene? Û Yekîtîya Avropayê dikare çi bike ji bo aşîtîya mayîn li herêmê?

-Eger tu destûrê bidî ez bi pirsa te ya dawî dest pê bikim. Ez nikarim bixweber bêjim ku ez di van danûstandinan de pisporê herî baş im, ji ber ku em nikarin wan ji hundur bişopînin. Lê ez dikarim bêjim îro divê Avropa çi bike û em jê çi hêvî dikin. Bi dîtina min erkê me heye ku em ewlekarîya bûyeran garantî bikin û ev ewlehî tenê ji ber aktorekî di bin metirsîyê de ye, divê em vê yekê bi zelalî nas bikin. Ew aktor Elîyêv e, ku biryar da ku pêvajoya dîplomatîk ya girêdayî statûa Arsaxê bişkîne. Sala 2020 î de, bi destpêkirina êrîşeke leşkerî, ewî Arsax dorpêç kir, li ser gelê herêmê îşkenceyên nemirovane kirin. Dûra li ber çavê cîhanê polîtîkaya qirkirina êtnîkî hate meşandin û mixabin Yekîtîya Avropa jî pir bêdeng ma. Mixabin îro Adirbêcan dîsa gefan li Ermenîstanê dixwe, ku di van rojên dawî de me dît ku guhê xwe dide balyozê wî welatî li parlamêntoya Bêlçîkayê. Adirbêcan bi vê xîtaba hovane û bi zîhnîyeta “Adirbêcana Rojava” ê hewil dide destdirêjîyên xwe yên li ser axa ermenîyan rewa bike. Divê ev dewr bê rawestandin. Di rastîyê de metirsî heye û ew Adirbêcan e û qurbanî jî Ermenîstan e. Û divê Avropa li kêleka Ermenîstanê bisekine û hemû rê û rêbazan bikar bîne, da ku pêşî li ÿrîşên Adirbêcanê bigire.

-Hûn serdana vê dawîyê ya Kaya Kalasê bo Bekûyê çawa dinirxînin, di rewşekê de ku Adirbêcan bi binpêkirinên giran yên mafên mirovan bi taybetî li dijî gelê ermenî yên Qerebaxê tê tawanbarkirin? Ma serdaneke weha li gorî nirxên ku Yekîtîya Avropayê îdîa dike ku diparêze?

-Du tişt di wê serdanê de hene ku ez pir şok dikim û min çend roj berê firsend dît ku ez bi xwe li ser wan bi Kaya Kalasê re biaxivim. Wateya dîplomasîyê ew e ku em bi kesên ku nakokîyên me yên cidî bi wan re hene  biaxivin. Û dema ku ez dibêjim divê Avropa wê rola pêşîlêgirtinê bigire ser xwe, ev tê wê wateyê ku bi Adirbêcanê re bipeyîvin da ku bi eşkereyî jê re bêjin ku helwesta Yekîtîya Avropayê çi ye. Lê yek ji problêmên herî mezin yên vê serdanê ew e ku xanim Kalas tenê çûbû Bekûyê, lê min digot qey ew jî wê biçe Yêrêvanê, lê ew serdan hat paşxistin.

Bi dîtina min pir girîng e ku xanim Kalas di zûtirîn dem de bi hukumeta Ermenîstanê re bicive û ez hêvî dikim ku hukumeta Ermenîstanê amade be ku bicive. Ez difikirim ku bingehîn e ku em nîşan bidin ku em li ku ne. Li parlamêntoya Avropayê me mazûvanîya Nîkol Paşînyan kir ku hat û bi parlamêntarên Avroparlamêntê re axivî. Ev demeke dirêj girt. Me helbijart ku em mêhvandarîya wan bikin, û ev bê guman, xwedîyê wateyek sembolîk ya bihêz bû. Em îro li cîhê ku em radiwestin nîşan didin: em li kêleka gelên ku mafên xwe yên bingehîn diparêzin, ne li kêleka dîktatorekî ku biryar daye mafên gelê xwe jî binpê bike.

Tişta duem ku pir bala min kişand peyamên ku di vê serdanê de hatin belavkirin. Dema di mijara hevkarîya ênêrjîyê de jî dîsa hewl tê dayîn ku Adirbêcan wek hevkarê Avropayê bê nîşandan, nakokîyeke cidî bi awayekî eşkere derdikeve holê. Û min bi vê gotinê ji nûnerê bilind re got ev nelihevîyeke mezin e. Em dîyar dikin ku Rûsya dîktatorîyek e ku li welatê xwe mafên bingehîn binpê dike û bi neheqî êrîşî cînarên xwe dike û ji ber vê yekê me biryar da ku cezayên li dijî wê bisepînin û anîna ênêrjîyê ji Moskvayê rawestînin. Lê çawa em dikarin rave bikin ku heman tişt ji bo Adirbêcanê jî derbaz nabe, ku mafên bingehîn jî li dijî gelê xwe bi awayekî pir neguncayî binpê dike, van mafan li welatên me jî binpê dike, ji ber ku rastî ev e ku Adirbêcan dijberên xwe yên sîyasî tehdîd dike û carina, mixabin, kuştinên wan li Avropayê jî organîze dike. Ev metirsîyeke ku raste-rast bandorê li serwêrîya dewletên me dike. Herweha Adirbêcan bi dîtina min di van demên dawîn de yekem car bû ku ji bo guhertina sînoran û pêşvebirina berjewendîyên xwe li dijî gelê cînar dest bi şer kir. Ji ber vê sedemê tune ye ku heman standarta ku li dijî Moskvayê tê sepandin, li dijî Bekûyê jî neyê sepandin. Û bi min wisa dixuye ku ev standarta dualî îro bawerîya hemû dîplomasîya avropî ne tenê li vê herêmê, li hemû cîhanê dixe xeterê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button