
Lêkolînera navenda lêkolînên berfireh ya avropî û navdewletî seroka beşa lêkolînên Kafkasyayê ya înstîtûta Çînistanê û Asyayê ya akadêmîya zanistî ya Rûsyayê Yêvgênîa Goryûşînayê, li ser sîyaseta Rûsyayê ya li Kafkasya Başûr, têkilîyên Ermenîstanê û Rûsyayê û Rûsyayê û Adirbêcanê rawestîyaye û anîye ziman ku Rûsyayê di sîyaseta xwe ya Kafkasyayê de hin şaşî kirîye.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, pispor di panêla konfêransa APRI-2025 ya bi navê “Di cîhaneke bêîstiqirar de peydakirina îstiqirarê” de, bal kişand ser asta heyî ya têkilîyên ermenîya û Rûsyayê û pirsgirêkên ku di têkilîyên Ermenîstanê û Rûsyayê de hene.
“Di rastîyê de, divê ez qebûl bikim ku erê, Rûsyayê li Kafkasya Başûr hin şaşî kirîye, ji ber ku me wek civateke pispor jî guh neda vê herêmê. Û ez jî piştgirîyê didim vê helwesta ku divê em bi welatên Kafkasyayê re dîyalogê pêş bixin. Ez difikirim ku divê Moskva bi hemî welatên Kafkasyayê re dîyalogeke normal saz bike. Û em li ser vê yekê dixebitin. Ji hêla jêopolîtîk ve û ji ber vê yekê ez dikarim texmîn bikim ku Rûsya wê rola xwe li herêmê qewîn bike,” pispora rûs tekez kirîye.
Evê dawîn rola Rûsyayê li Kafkasya Başûr di serî de bi mîmarîya ewlehîyê ve girêdide, û hem îşaret bi şandina hêzên aştîparêz yên rûsî li Qerebaxê sala 2020 a de û hem jî heyîna baregeheke rûsî li herêma Ermenîstanêye Şîrakê kirîye.
Li gorî Yêvgênîa Gorûşînayê, Moskva wê îhtîmala ku lihevhatinek hevseng di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de bipejirîne, ji bo ku pêşî li serdestîya Rojavayê yan NATO ê li herêmê bigire.
Pisporê destnîşan kirîye: “Ji ber vê yekê pirsgirêkên li Başûrê Kafkasyayê ne tenê di navbera Rûsyayê û Ermenîstanê yan jî Rûsyayê û Adirbêcanê de ne. Bi dîtina min ev berfirehtir e û divê em vê yekê qebûl bikin”.
Li gorî wê, Rûsya wê di heman demê de hewil bide têkilîyên xwe yên tevlîhev bi Tirkîyêyê re birêve bibe, ku ev faktoreke pir girîng e, ji ber ku Tirkîya lîstikvaneke sereke ya navçeyî û endama NATO ê ye, ku Moskva hem hevkarî û hem jî hevrikîyê pê re dike.
“Rûsya îhtîmal e ku wê pêwendîya aborî ya herêmî mezintir pêş bixe. Rûsya naxwaze wê unda bike. Û ev yek bi projeyeke binesazîya piralî ya ku Ermenîstanê, Adirbeycanê û Gurcistanê û heta korîdora Bakûr-Başûr jî dihewîne, mûmkûn e”,-Goryûşînayê gotîye.
Li gorî çavdêrîya wê, Rûsya jî wê di pêvajoya çareserîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, bi taybetî jî li ser xêzkirina sînor û mijarên mîna wan, wek navbeynkar tevbigere.
Yêvgênîa Goryuûşînayê her wiha bal kişandîye ser alozîyên peywendîyên Rûsyayê-Ermenîstanê û Rûsyayê-Adirbêcanê û tekez kirîye ku Moskva hewil dide her du alîyan hevseng bike, ji ber ku Ermenîstan û Adirbêcan ji bo Rûsyayê hevkarên girîng in.







