H’emû nûçeSereke
Em êrîşa yekalî ya li dijî Îranê şermezar dikin: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der di nivîsara xwe ya li mîkrobloga X ê de êrîşa Îsrayêlê ya li ser Îranê şermezar kirîye.
“Êrîşa yekalî ya li dijî Îranê gelekî nîgeran e. Ev êrîş beriya dewreke din ya danûstandinan tê, hewldanên aşîtîyê û herwiha îstiqirara herêmê û aşîtîya cîhanî dixe metirsiyê. Em van kiryaran şermezar dikin û daxwaza rawestandina demildest şer û pabendbûna qanûnên navneteweyî dikin”,- daxuyaniyê de hatîye gotin.







