H’emû nûçeSereke

Ermenîstan di hêzên çekdar de rêformên mezin didomîne

Ermenîstan di hêzên xwe yên çekdar de rêformên mezin dimeşîne, di heman demê de çekên nûjen jî bi dest dixe, ku erka bingehîn parastina yekparçeyîya axa welêt, serwêrî û dêmokrasîyê ye.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda sêkrêtarê encûmena ewlekarîya Ermenistanê Armên Grigoryan di panêla konfêransa APRI-2025 ya bi navê “Di cîhaneke bêîstiqirar de peydakirina îstiqirarê” û li ser pêkhateyên dabînkirina ewlehîya Ermenistanê, anîye ziman.

“Ermenîstan di hêzên çekdar de rêformên mezin dimeşîne. Ermenistan çekên nûjen distîne û armanca wan ya bingehîn parastina yekparçeya axa welêt, serwêrî û dêmokrasîyê ye. Beriya me ev in. Em pêvajoyên li herêmê diqewimin jî li ber çavan digirin û di vî warî da jî îmkanan distînin”,- Grîgoryan gotîye.

Sêkrêtarê encûmena asaîşa navdewletî tekez kirîye, ku ev hemû bi eşkereyî nayên axaftin, lê encamên van rêforman ji niha ve di rastîyê de xuya dikin.

“Em îmkanên xwe zêde dikin û her weha têdigîhin ku ji bo ewlekarîya hevpar, ne tenê hebûna çekên nûjen û artêşek girîng e, di heman demê de hebûna sîyaseteke der ya hevseng girîng e”,- Armên Grîgoryan gotîye û tekez kirîye, ku Ermenîstan hewil dide piranîya pirsgirêkên xwe bi amûrên dîplomatîk çareser bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button