H’emû nûçeSereke

Hinardekar û îthalatkarên ermenî ji ber nakokîyên Îsrayêlê û Îranê rastî pirsgirêkên cidî hatine

Di pevçûyîna çend rojan ya di navbera Îsrayêlê û Îranê de, sazîyên aborî yên Ermenîstanê rastî zehmetîyan hatine. Wezîrê aborîyê yê Ermenîstanê Gêvorg Papoyan di rûniştina awarte ya komîtêya daîmî ya kar û barên aborî ya parlamêntê de agahî daye.

Papoyan wiha gotîye: “Li bendera Îranê ya Bandar Abbasê, li ser rêyan bar dereng tên. Di warê hinardekirinê de pirsgirêkên me hene. Niha îthalata me ya ji Îranê yan jî di ser Îranê re bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Em hêvîdar in ku ev rû bi rûbûn bi dawî bibe û em wek berê bi awayekî azad li ser axa dostê Îranê bazirganîyê bikin”.

Îsrayêl şeva 13 ê hezîranê êrişî tesîsên leşkerî û atomî yên Îranê kirîye û herwiha opêrasîyonên taybet ji bo jinavbirina nûnerên serkirdayetîya payebilind yên leşkerî û fîzîknasên navokî yên wî welatî pêk anî. Hêzên çekdar yên Îranê û Îsrayêlê derb li hev digrin û di encamê de gelek kuştî û birîndar hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button