H’emû nûçeSereke

Tê plankirin ku kêmbûna byûcêyê  sala 2026 a de dakeve  4,5 selefan, îsal  5,5 selefe: wezîrê Ermenîstanêyî fînansa

Tê plankirin ku di sala 2026 a de kêmasîya byûceyê bighînin 4,5 selefî, lê sala 2030 î de jî bibe 1,5 selef. Derheqa wê yekda 16 ê hezîranê ji alîyê wezîrê  Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan lii civîna çapemenîyêda ragîhandîye.

Ewî plana lêçûnên dema navîn ku berî hefteyekê di rûniştina hukumetê de hatîye pesendkirin, wek belgeyeke azwer û wêrek bi nav kirîye. Wezîr gotîye: “Çima ez wisa dihesibînim, ji ber ku  me soza xwe ya kêmkirina kêmasîya byûcêyê nîşan daye”.

Wezîrê fînansa teqez kirîye ku kêmkirina plankirî bi tu awayî nakeve metirsîyê li programên girîng yên ku bi rêya byûcêya dewletê tên cîbicîkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button