Ajansên îstîxbarata amêrîkî dîtine ku Îran hela hê ji çêkirina çeka atomî dûr e: CNN

Ajansên îstixbarata amêrîkî, berevajî daxuyanîyên rayedarên Îsrayêlê û serokê Amêrîkayê Donald Tramp, gihîştine wê encamê ku Îran naxwaze çekên atomî çêbike, CNN li ser zarê 4 çavkanîyan ragîhandîye.
Îsrayêlê 13 ê hezîranê bi hinceta ku Têhran nêzîkî çêkirina çekên atomî ye, li dijî Îranê dest bi opêrasyona leşkerî kiribû. CBS roja sêşemê ragîhandîye ku, li gorî Tramp, Îran “gelek” nêzîkî xwedan çeka atomî ye.
CNN ji zarê jêderan gotîye: “Ne tenê Îran bi awayekî aktîv li ser çêkirina çeka navokî kar nake, lê sê sal jî dûr e ku bikaribe çekeke atomîî çêbike û bigihîne armanca xwe ya bijartî”.
Li gor zanyarîyên wê kanalê, efserên îstixbarata Amêrîkayê di wê bawerîyê de ne ku di çend rojên opêrasyonên serbazî de, Îsrayêlê karîbû tenê bo çend mehan pêşveçûyîna bernameya atomî ya Îranê sist bike.







