SerekeSîyasî

Çînistan Ermenîstanê wek rêyeke muhtemel ji bo derxistina welatîyên xwe ji Îranê dibîne

Çînistanê dest bi derxistina welatîyên xwe ji Îsrayêlê û Îranê kirîye û daxwaza agirbestê di navbera her du welatan de kirîye, ku ev 5 roj in derba li hev diguherînin. Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda ajansa Reuters ê  ragîhandîye.

Wezîreta Çînistanêye karên der ragîhandîye ku balyozxane û konsûlxane alîkarîyê  raberî wan kesan dikin ku piştî tundûtûjîya 13 ê hezîranê  dixwazin derkevin. Li gorî berdevkê wezîreta  Çînistanêye karên der, Pêkîn bi Îranê, Îsrayêlê û alîyên cûre-cûre ji bo agirbestê di nava têkilîyê de ye.

Balyozxaneya Çînistanê ya li Îranê 17 ê hezîranê  hişyarî dabû ku ji welêt derkevin. Nûnertîya dîplomatîk dîyar kirîye ku metirsî heye ku sînorên bejayî yên Îranê jî bên girtin. Di daxuyanîyê de Ermenîstan, Tirkîya û Tirkmênistan wek rêyên mûmkin yên derketina ji Îranê hatine binavkirin.

17 ê hezîranê, balyozxaneya Çînistanêye li Îsrayêlê ji hemwelatîyên Çînistanê xwest ku “bi zûtirîn dem” bi rêya sînorên bêjayî ji Îsrayêlê derkevin, û hişyarî da ku rewşa ewlehîyê xirab bûye. Ji welatîyên Çînistanê hat xwestin ku di ser Urdunê re derkevin.

Hem qada hewayî ya Îranê û hem jî ya Îsrayêlê girtî dimîne. Îranê 18 ê hezîranê girtina qada esmanî heta seheta 02:00 a  dirêj kirîye, Îsrayêlê jî rewşa awarte ya ku li welêt hatibû ragîhandin heta 30 ê hezîranê dirêj kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button