SerekeSîyasî

Em jî dixwazin di avakirina baweriyê de li herêmê tevkariyê bikin: serokê mîsyona çavdêriya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê

Serokê mîsyona çavdêrîya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê Markus Rîttêr  li ser encam û pirsgirêkên heyî yên xebatên xwe axivîye û destnîşan kirîye ku ev sala sêyemîn e li Ermenîstanê xebatên xwe dimeşînin.

Çalakiyên mîsyonê piştî bûyerên îlona sala 2012 a, dema ku alîyê Adirbêcanê ber bi axa sereke ya Ermenîstanê ve pêş ket, dest pê kir.

“Mîsyona me li ser sînorê Ermenîstanê bi Adirbêcan û Naxîçêvanê re heye, bêyî ku sînorên bi Tirkîyayê, Îranê û Gurcistanê re dirêj bibe.

Rîtêr tekez kirîye: “Divê em bi kêmkirina rageşîya li ser sînorê Ermenîstan-Adirbêcanê û hebûna li navçeyên sînorî beşdarî aramîya herêmê bibin. Her wiha em seredana deverên sînorî û şer û pevçûnan jî dikin. Her wiha bi van hemûyan re em jî dixwazin tevkarîyê li avakirina baweriyê li herêmê bikin”.

Mîsyona çavdêriyê ya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê şeş ​​navendên opêrasyonê li başûr hene: li bajarên Kapanê, Gorîsê, Jêrmukê, Martûnîyê û yek jî li Îcêvanê.

“Cîhê navenda me ya li Yêxêgnazorê sedemên sîyasî hene, ji ber ku divê li Yêrêvanê nebe, ji ber ku em li vir xwedî roleke bêalî ne”,- Rîtêr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button