
Balafirxaneya navneteweyî ya Hewlêrê dest bi geştên kirîye û asmanê Îraqê jî ji bo geştên asmanî hatîye vekirin.
Rêveberê giştî yê balafirxaneya navneteweyî ya Hewlêrê Ahmed Hoşyar ji Kurdistan 24 ê re ragîhand ku, geştên asmanî yên balafirxaneya navneteweyî ya Hewlêrê piştî vekirina asmanê Îraqê hatine destpêkirin.
Piştî destpêkirina şerê Îran û Îsrayêlê, geştên asmanî yên balafirxaneya navneteweyî ya Hewlêrê û balafirxaneyên din yên Îraqê hatibûn rawestandin.
Berdevkê wezîreta veguhastin û gîhandinê ya hukumeta Herêma Kurdistanê Dîlan Reşad ji Kurdistan 24 ê re gotibû: “Piştî daxistina asmanê Îraqê di dema 10 rojan de, 1283 geşt li balafirxaneyên navneteweyî yên Silêmanîyê û Hewlêrê hatine hilweşandin”.
Berdevkê wezîreta veguhastin û gîhandinê amaje jî dabû ku, 1184 geşt li balafirxaneya navneteweyî ya Hewlêrê û 99 geşt jî li balafirxaneya navneteweyî ya Silêmaniyê hatine hilweşandin.







