H’emû nûçeSereke

Gotûbêjên li ser plana çalakîyê ya lîbêralkirina vîzayê di qonaxeke çalak de ne:wezîreta karên hundur

24 ê hezîranê, cîgirên wezîrê karên hundur Armên Xazaryan û Armên Mkrtçyan pêşwazî li şandeyeke ji rêveberîya giştî ya koçberî û kar û barên hundur ya komîsyona Avropayê, bi serokatîya serokê beşa têkilîyên navneteweyî Pavêl Bûsîakîvîç kirine.

Pêvajoya pêşxistina têgeha rêvebirîya sînor ya yekgirtî  hatîye nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de, gavên ku armanc dikin nirxandina rîskê, danûstandina agahîyan, modêrnîzasyona têknîkî û pêşxistina kapasîteya çavkanîyên mirovan jî hatine nîqaşkirin.

Wek pêdivîyeke sereke ji bo rêveberîya sînor û koçberîyê ya bi bandor, alîyan tekezî li ser hevkarîya hevrêz û berdewam ya hêzên ewlehîyê û dezgehên din yên dewletê kirine.

Cîgirê wezîrê karên hundur Armên Xazaryan behsa modêrnîzakirina pêvajoya dayîna hemwelatîbûnê kirîye û girîngîya xebata li ser pêşxistina stratêjîyeke sîyaseta koçberîyê destnîşan kirîye.

Cîgirê wezîrê karên hundur Armên Mkrtçyan stratêjîyên ku armanc dikin li dijî sûcên rêxistinkirî, bazirganîya madeyên hişber û sûcên sîber şer bikin  raber kirin.

Cîgirê wezîr Mkrtçyan rêformên sîstêmîk yên wezîreta karên navxweyî  raber kirîye û behsa destkeftîyên ku di warên stûnî yên polîsan de hatine tomar kirin jî kirîye.

Armên Mkrtçyan girîngîya avakirina komplêksa perwerdehîyê ya wezîreta karên hundur destnîşan kirîye, ku armanc ew e ku hem perwerdehîya berdewam ya karmendan û hem jî perwerdehîya pîşeyî ya efserên polîsan mîsoger bike.Ewî zêde kirîye ku di vî warî de plansazîya stratêjîk ya demdirêj û pêşxistina çalakîyên navîn tê kirin, ku ezmûn û pêdivîyên navneteweyî bi hev re dike yek.

Pawêl Bûsîakîvîç ragîhandîye ku di rojên pêş de komîsyona Avropî wê plana çalakîyê ya lîbaralîzasyona vîzayê ji bo pejirandinê ji dewletên endam yên Yekîtîya Avropayê re bişîne. Tê payîn ku plan di payîzê de bi fermî ji alîyê ermenî re bê şandin.

Di dema nîqaşan de, endamên şandeyê bal kişandin ser îmkanên baştirkirina pergala parastin û ji nû ve întêgrekirina kesên ku rastî bazirganîya bi mirovan hatine, û her weha şahîdan.

Di dawîya civînê de, alîyan amadebûna xwe ji bo berfirehkirina hevkarîyê ji bo pêşxistina bi bandor û berfireh ya hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê ji nû ve piştrast kirîye.

Gotûbêjên li ser pêşxistina planeke çalakîyê ji bo serbestberdana vîzayê bi Yekîtîya Avropayê re bi awayekî çalak berdewam dikin, di nav de civînên sêktorî û hevkarîya bi bandor bi hevkarên avropî re.

Di bin rêberî û hevrêzîya wezîreta karên höndör de, bi hevkarîyeke nêzîk bi hevkarên navneteweyî û di asta navdaîreyan de, ji bo mîsogerkirina pêşveçûyîna Ermenîstanê di pêvajoya serbestberdana vîzayê de û bicîhanîna rêformên sêktorî, xebatên berdewam têne meşandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button