
Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan nûçeyên ku dibêjin di hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogane li Stembolê, serokkomarê Tirkîyayê hewl daye mijara vegera penaberên qaşo adirbêcanî bo Ermenîstanê bixe rojevê, red kirîye.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan di dema brifînga rojnamevanan de piştî civîna hukumeta Ermenîstanê gotîye.
Yek ji rojnamevanan ji cîgirê wezîr pirsîye gelo agahîyên ku di hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê û serokkomarê Tirkîyayê de, serokkomarê Tirkîyayê hewil daye mijara vegera penaberên Adirbêcanî bo Ermenîstanê bîne rojevê rast in.
Vahan Kostanyan bersiv daye û gotîye:”Ev ne rast e”.







