Yêrêvan û Pêkîn îradeya sîyasî hene ku têkilîyên dualî bigihînin astek stratêjîk: berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der

Di hevdîtina wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Çînistanêyî karên der Vang Yîî de, girîngîya stratêjîk ya têkilîyên Ermenîstanê-Çînistanê û vîzyona ji bo pêşveçûyîna wan hatîye destnîşankirin.
Di hevpeyvîna li gel “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê daye kivşê û hûrgilîyên li ser mijarên ku di civîna wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Çînistanêyî karên der Vang Yîî ye 26 ê hezîranê hatine nîqaşkirin, raber kirîye.
“Girîng e ku her du alîyan tekezî li ser xwezaya stratêjîk ya têkilîyan û vîzyona ji bo pêşveçûyîna wan kirine. Di salên dawî de destkeftîyên girîng hatine tomar kirin, di nav de aborî, bazirganî û warên din yên sereke de. Naverok û dînamîkên heyî yên têkilîyan dihêle ku em li ser bilindkirina wan bo asteke nû biaxivin û em dikarin bi kêfxweşî destnîşan bikin ku îradeyeke sîyasî ya usa heye û ji her du alîyan ve jî kar tê kirine”,- Anî Badalyanê destnîşan kirîye.
Li gorî berdevka wezîreta karên der, dîyaloga sîyasî ya di navbera Ermenîstanê û Çînistanê de, tevî nîqaşên di vê serdanê de, bi tenê bi rojeva dualî ve sînordar nîne.
Badalyanê tekez kirîye ku “Ew bi xwezayî mijarên herêmî, hem hewlidanên ku armanc dikin ku pêşbînîkirin û aşîtî mîsoger bikin, û hem jî derfetên heyî ji bo berfirehkirina pêwendîyan vedihewînin”.
Li gorî wê, nîqaşên di navbera wezîrên karên der de, têgihîştineke zelal ya berawirdkirin, û belkî hîn bêtir, temamkirî, ya bernameya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku ji hêla hukumeta Ermenistanê ve hatîye destpêkirin û bernameya “kemberek, rêyek” ya Çînistanê hebû.
Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der gotîye: “Pêşketinên navneteweyî jî hatine nîqaşkirin. Dixwazim lê zêde bikim ku di demek nêzîk de têkilîyên asta bilind têne plankirin, ji bilî wezîrê Ermenîstanêyî karên der hevalkarê xweyî çîn vexwendî Ermenîstanê kirîye”,- berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der wiha dawî li axaftina xwe anîye.







