H’emû nûçeSereke
Andranîk Sîmonyan wek midûrê xizmeta ewlekarîya neteweyî hatîye kifşkirin

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan biryar îmze kirîye ku Andranîk Sîmonyan wek rêvebirê xizmeta ewlekarîya neteweyî kifş kirîye.
Biryarê de wiha tê gotin:
“Bi rêberîya meşa 5 emîn ya xala 9 emîn ya qanûna “Li ser xizmeta giştî” û beşa 2 emîn ya xala 4.1emîn ya qanûna “Li ser dezgehên ewlekarîya neteweyî”, Andranîk Sîmonyan wek rêveberê xizmeta ewlekarîya neteweyî tê kifşkirin”.
Bi biryareke din ya serokwezîr, Andranîk Sîmonyan ji posta xwe ya cîgirê midûrê xizmeta ewlekarîya neteweyî hatîye dûrxistin.







