Divê em bi cidî li ser rawestandina weşana kanalên têlêvîzîyonê yên rûsî li Ermenîstanê nîqaş bikin: serokê parlamênta Ermenîstanê:

Serokê meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê Alên Sîmonyan ragîhandîye ku divê rawestandina weşana kanalên têlêvîzîyonê yên rûsî li ser axa Ermenîstanê bi cidî bê nîqaşkirin.
Li gorî “Armenpress” ê, serokê parlamêntoya Rûsîyayê ev yek di civîneke rojnamevanan de gotîye, behsa nirxandinên hin weşanger, kesayetên giştî û sîyasî yên rûsî yên li ser bûyerên li Ermenîstanê diqewimin kirîye.
Serokê parlamentoya Ermenîstanê gotîye: “Divê em pir bi cidî mijara rawestandina weşana kanalên têlêvîzîyonê yên rûsî li ser axa Komara Ermenîstanê nîqaş bikin”.
Ewî nerîna xwe anîye ziman ku hin bernameyên rûsî zirarê didin têkilîyên Ermenîstan-Rûsîyayê.
Sîmonyan destnîşan kirîye ku “Seroka konsêya Fêdêrasîyonê ya Rûsîyayê, Valêntîna Matvîênko û rayedarên din serdanên pir baş kirine, û niha hin kes, ku dibe ku ji hêla Samvêl Karapetyan ve bê fînansekirin, hewl didin ku yên paşîn biparêzin. Bila ew destwerdanê di kar û barên me yên navxweyî de nekin”.
Serokê Parlamentoyê tekez kirîye ku rapor û helwestên weha ne tenê di nav wî de, lê di nav welatiyên Ermenistanê de jî hestên neyînî derdixin holê.
Sîmonyan wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Heke kanalên ku destûrê didin xwe ku destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Komara Ermenistanê de bikin hene, dibe ku em jî bi heman awayî bersiv bidin, bi kêmanî bi qedexekirina ketina nav apartmanên xelkê me”.







