Mîrzoyan ji rojnameya South China Morning Post re gotîye ku dîyaloga sîyasî ya di navbera Yêrêvanê û Pêkînê de “întênsîv û çalak” bûye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mirzoyan di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Pekînê de hevpeyvînek daye rojnameya South China Morning Post ê. Gotinên ji gotara weşandî li jêr têne raber kirin.
Wezîr Mîrzoyan di bersiva pirsekê de li ser pêrspêktîvên pêşxistina hevkarîya stratêjîk ya di navbera Ermenîstanê û Çînistanê de gotîye: “Ne tenê di rêya kûrkirina têkilîyên me de tu astengî û tebeqe tune ne, lê em vekirî û amade ne ku van têkilîyan bê sînor kûrtir bikin”.
“Me ev mijar bi hevpîşeyên xwe yên Çînistanêra re nîqaş kirîye. Me tekezî li ser xwezaya stratwjîk ya têkilîya xwe kirîye, û em berjewendîyeke hevbeş, berjewendîyekê dibînin ku van têkiliyan bi fermî bigihînin asteke nû jî”.
Ararat Mîrzoyan destnîşan kirîye ku diyaloga sîyasî ya di navbera Yêrêvanê û Pekînê de “întênsîv û çalak” bûye, û gotîye ku Ermenîstan ne tenê di warên bazirganî û binesazîyê de, lê di heman demê de di warên çand û têkiliya mirovan de jî hewil dide ku têkilîyên xwe bi Çînistanê re xurt bike.
Wezîr Mîrzoyan di bersiva pirseke li ser îhtîmala avakirina aştiyê li Başûrê Qefqasîyayê de destnîşan kirîye ku dema Ermenîstanê û Adirbêcanê danûstandinên li ser metina peymana aşîtîyê temam kirin, Çînistan di nav wan welatan de bû ku pêşwazî li vê destkeftiyê kirîye. Wezîr tekez kirîye ku Ermenîstan dixwaze bi Adirbêcanê re aşîtîya saziyî ava bike, ango peymaneke aşîtiyê îmze bike û wiha lê zêde kirîye: “Em dibînin ku Çînistan piştgirîyê dide normalîzasîyakirina têkiliyên Ermenîstan-Adirbêcanê”.
Dema ku ji wezîr Mîrzoyan li ser pêvajoya normalîzasîyakirina têkiliyan bi cînarên xwe re, tevî Tirkîyayê, hate pirsîn,wezîr Mîrzoyan wiha bersiv daye: “Normalîzasîyakirineke wiha wê ji bo bernameya “Xaçerêya aşîtîyê” ya Ermenîstanê, ku sala 2023 a de hate raberkirin, ku armanca wê baştirkirina girêdana di navbera Ermenîstanê û cînarên wê, û her weha bi herêmên derveyî wê re, tevî Avropayê, Asyaya Navîn û Çînistanê, girîng be”.
Wezîr Mîrzoyan zêde kirîye ku ev dikare deriyê girêdana projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya Ermenistanê bi bernameya binesaziyê û veberhênanê ya navbera parzemînên Çînistanê “Kemberek, Rêyek” û her weha stratêjiya veberhênanê ya 300 milyard yûroyî ya Yekîtîya Avropayê, veke. “Xeyal bikin, projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya Ermenistanê bêyî bernameya “Kemberek,Rêyek” ya Çînistanê bandoreke mezin nedikir. Û berevajî vê, rêya “Kemberek,Rêyek” dibe ku ewqas xweş neçûya heger Ermenîstanê derbas bikira”.







