Rapor: îxracata giştî ya Ermenîstanê tenê 0,05 selefê tevahîya cîhanê pêk tîne

Li gorî encamên sala 2024 a, mezinbûna navînî ya berhema navxweyî ya welatên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî gihîştîye 5,04 selefî, ku ji rêjeya navînî ya cîhanî ya 3,3 selefê derbaz bûye. Ev di rapora analîtîk ya fonda «Roskongres» ê de tê destnîşankirin.
Sala 2024an de, îxracata giştî ya welatên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî gihîştîye nêzîkî 494,6 mîlyard dolarî, ku nêzîkî 2 selef ji îxracata cîhanî pêk tîne. 1,62 selefê îxracata cîhanî para Rûsyayêye, 0,34 selef para Qazaxistanê, 0,05 selef para Ermenîstanê, 0,03 selef para Qirqizistanê û 0,03 selef jî Bêlarûsêye.
Di nav Yekîtîya Avrasîyaêye Êkonomîkî de, dabînkerê herî mezin yê kelûpelan bo bazara cîhanî Rûsya ye, ku nirxa hinardekirina wê nêzîkî 386 mîlyar dolar e.
Piştî wê Qazaxistan (81.6 mîlyard dolar), Ermenîstan (13 mîlyard dolar), Qirqizistan (7.3 mîlyard dolar) û Bêlarûs (6.6 mîlyard dolar) tên.







