Înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ya Ermenîstanê bi tevahî li gorî vîzyona “Kemberek, rêyekê” ye:Mîrzoyan

Eşkere ye ku tevahîya cîhanê niha hewil dide qaydên lojîstîkî yên nû kifş bike da ku têkilîyên di navbera welatan de xurt bike û înîsîyatîva “Kemberek, rêyek” û her weha înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ya Ermenîstanê, beşek ji wê lêgerîna hevpar in ku armanc dikin têkilîyên nû yan çêtir biefirînin. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di hevpeyvîna bi têlêvîzîyona navendî ya Çînistanê re gotîye.
“Înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ya Komara Ermenîstanê bi tevahî li gorî vîzyona “Kemberek, rêyekê” ye. Fikira sereke ew e ku girêdanên çêtir di navbera Avropayê û Rojhilata Asîyayê, Parîzê û Pêkînê de bên mîsogerkirin û em bi zelalî tevgera azad û bênavber ya kelûpel û mirovan ji Parîzê ber bi Pêkînê, ji Fransîyayê ber bi Başûrê Qafqasîyayê, Ermenîstanê û dû re jî bi rêya Asyaya Navîn, bo nimûne, Qazaxistanê ber bi Çînistanê ve dibînin”.
«Û heger ev girêdana çêtir bê bicîhanîn û bi rêkûpêk bixebite, jê re bêjin “Xaçerêya aşîtîyê”, jê re bêjin “Kemberek, rêyek”, ew ê sûdê bide hemû welatan û hemû gelan û alîkarîya hukumetan bike ku armanca xwe ya sereke mîsoger bikin yan jî bigihîjin wê, mîsogerkirina refah û bextewarîya welatîyên xwe. Îsal payîzê, civîna rêxistina hevkarîya Şanhayê wê li Tyansîna Çînistanê bê lidarxistin. Û wek hevkarê dîyalogê yê rêxistina hevkarîya Şanhayê, Ermenîstan dibîne ku bazirganîya wê ya giştî bi Çînistanê re sal bi sal mezin dibe”,-ewî gotîye.







