H’emû nûçeSereke

Prînsîpên bingehîn yên rêxistina hevkarîya Şanhayê ji bo Ermenîstanê pir girîng in:Ararat Mîrzoyan

Ermenîstan şirîkê dîyalogê yê rêxistina hevkariya Şanhayê ye û prînsîpên bingehîn yên rêxistinê ji bo Ermenîstanê pir girîng in. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di hevpeyvînekê de bi têlêvîzyona navendî ya Çînistanê re gotîye.

“Werin em hin ji wan bi bîr bînin: yekparçeyiya axê, neşikandina sînoran, nebikaranîna hêzê.

Tam ev e ku Ermenîstan îro sîyaseta xwe ya derve li ser ava dike. Ji ber vê yekê ev prensîp ji bo me pir girîng in. Lê di heman demê de, wekî temamker, em dibînin ku hejmareke rojevên din jî di çarçoveya rêxistinê de têne pêşve xistin, we behsa hin ji wana kir: zekaya sûnî, aboriya dîjîtal, veguherîna kesk, pirsgirêkên avhewayê”.

Ev mijar ji bo me jî girîng in. Werin em tenê rastiyekê bi bîr bînin, ez difikirim ku ew nîşaneyek têrker e. Yek ji beşên sereke yên bazirganiya di navbera Ermenîstanê û Çînistanê de, ez ê bêjim beşa herî mezin, teknolojiyên kesk in.

Ji ber vê yekê dîsa, wek zêdekirinek, dema ku em hinekî berfirehtir li ser pirsgirêkên avhewayê, biyolojîk cihêrengiyê diaxivin, wê hingê pirsgirêkên avhewayê jî ji bo Ermenistanê pir girîng in. Sala bê em ê konfêransa COP17  ya li ser biyolojîk cihêrengiyê li dar bixin, û ji bo amadekarîya vê bûyera girîng ji bo me, em di vê çarçoveyê de bi Çînistanê re jî hevkarîyê hêvî dikin. Ez vê yekê dibêjim da ku eleqeya Komara Ermenîstanê bi çalakiyên vê rêxistinê û pêşxistina hevkariya me nîşan bidim.

Herwiha, me biryar da ku em berfireh bibin, beşdariya xwe di vê rêxistinê de zêde bikin. Bi awayê, ev yek ji mijarên nîqaş û danûstandinên di navbera şandeyên ermenî û Çînistanê de jî bûye. Me helwesta xwe, xwesteka xwe ya zêdekirina rola xwe di vê rêxistinê de bi zelalî anîye ziman. Û em hêvî dikin ku ev xwestekên me ji alîyê welatên endam ve werin pêşwazîkirin,-” Mîrzoyan tekez kirîye.

Ararat Mirzoyan behsa têkiliyên çandî yên giştî yên di navbera Ermenîstan û Çînistanê de kirîye û gotîye: “Danûstandinên çandî ji bo xurtkirin û pêşxistina têkiliyên di navbera gelan de pir girîng in.

Û divê ez bi kêfxweşî bêjim ku eleqeyeke mezin ji bo her du civakan heye: ji bo Ermenîstanê, ji bo zimanê çînî, ji bo çanda çînî, ji bo Çînistanê, ji bo çanda ermenî.Heger em li dîrokê binêrin, heger em hinekî kûrtir bikevin nav dîrokê, em ê bibînin ku her gav di navbera şaristanîyên Çînistanê û ermenî de têkiliyek baş hebûye.

Her tim girêdanên çandî yên xurt hebûne. Lê ez difikirim ku tiştê ku me hemûyan kêfxweş dike ev e ku îro ev eleqe tenê li Ermenîstan û Çînistanê zêde dibe. Û dîsa, ez dixwazim mînakekê bidim.

Li Ermenistanê dibistanek heye ku tê de zimanê çînî  dersê didin. Û li wir rêzeke dirêj heye, dê û bav dixwazin zarokên xwe bişînin vê dibistanê da ku bixwînin. Ez difikirim ku ev mînakeke pir zelal e. Û her weha, populerbûna pêşbirka “Xaçaturîyan” û muzîka ermenî li Çînistanê. Ev tenê mînak in ku meyla giştî nîşan didin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button