H’emû nûçeSereke

Aşîtî ew tişt e ku em bi rastî pê bawer dikin: nêzîkatîyên me pir nêzîkî  Komara Gel ya Çînistanê ye: Ararat Mîrzoyan 

Bi taybetî di warê têkilîyên bazirganî û aborî yên hevbeş de, me berê encamên berbiçev hene. Wek ku em dibînin, bo nimûne, qebareya bazirganîya me ya hevbeş li gorî sala borî 700 mîlyon zêde bûye.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan  di hevpeyvîna  bi têlêvîzyona navendî ya Çînistanê re, di derbarê têkilîyên Ermenîstan-Çînistanê de, gotîye.

“Me geşteke raste-rast ya Yêrêvan-Urumçîyê jî dest pê kiriye. Bi vî awayî, têkiliyên karsazîyê zêde dibin, bazirganî, têkiliyên mirovan bi mirovan re, têkiliyên çandî pêş dikevin, dîyaloga sîyasî jî çalak e. Û ev ne tevahîya potênsîyala pêşveçûna têkiliyan e. Bi hevkarê min, wezîr Van Yîî re, me li ser xwezaya stratêjîk ya têkiliyên xwe, dişibin nêzîkatîyên me yên li hember sîyaseta gerdûnî, hevkariya me li ser platformên navneteweyî, û her weha rojeva dualî nîqaş kirîye”.

“Ev dikare bibe destpêka rûpeleke nû di têkilîyên me de, û ez hêvîdar im ku em ê di mehên pêş de encamên berbiçav bibînin”,- ewî gotîye.

Derbarê pevçûnên dawî yên Îran-Îsrayêlê de, ewî wiha gotîye: “Ermenîstan dewleteke cînar e ku sînorê Îranê ye, û em pir nîgeran bûn û helwesta xwe diyar kirin, bikaranîna yekalî ya hêzê, êrîşa li ser Îranê di roja yekem de şermezar kirin. Bi awayê, helwesta me pir nêzîkî nêzîkatiya ku paşê ji hêla rêxistina hevkariya Şanhayê ve hatîye diyar kirin bûye. Ev ne tenê li ser bingeha têkiliyên me yên dostane bi Îranê re ye, lê di heman demê de li ber çavan girtina gefên muhtemel, qirêjiya muhtemel ya  atomî jî”.

Ez dixwazim careke din tekez bikim ku Ermenîstan welatekî cînare. Em bi rastî jî nîgeran bûn, û niha em dibînin ku agirbest hatîye danîn. Em hêvî dikin ku ew ê bê parastin, û hemî pirsgirêk bi rêyên dîplomatîk, bi danûstandinan bên çareser kirin.

Em bi avakirina aştîyê li herêma xwe re eleqedar in. Wekî welatekî ku di demên dawî de, di çend salên dawî de bi şer re rû bi rû maye û şer kiriye, em ne tenê li ser sînorên xwe, lê di heman demê de li herêmên din û li erdnîgariya berfirehtir jî bi avakirina aştîyê re eleqedar in. Û di vê wateyê de, wek ku em fêm dikin, nêzîkatiyên me pir nêzîkî nêzîkatiyên Komara Gel a Çînistanê ne.

Ajendayeke me ya aştîyê heye, ku yek ji pêşîniyên Komara Ermenistanê ye. Em bi Adirbêcanê re danûstandinan dikin.

Me li ser pêşnûmeya peymana aşîtîyê li hev kirîye. Em niha amade ne ku vê peymana aşîtîyê îmze bikin û dû re jî pesend bikin. Her wiha em hewil didin ku têkiliyên xwe bi cînarê xwe yê rojavayî, Tirkîyayê re normal bikin.

Ji ber vê yekê, aşîtî ew tişt e ku em bi rastî pê bawer dikin. Û dîsa, bila ez careke din tekez bikim, em rêbaza Çînistanê, sîyaseta Komara Gel a Çînistanê jî wisa fem dikin. Û em bi bîr tînin, û em spasdar in ku Çînistanê jî pêşwazîya rêkeftina li ser reşnivîsa peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de kirîye, û piştgirîyê dide danûstandinên aşîtîyê û normalîzasîyakirina têkiliyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de.

Heger em bi awayekî berfirehtir li têkiliyên navneteweyî binêrin, binpêkirina hiqûqa navneteweyî, yekparçeyiya axê, nebûna qaîdeyan di têkiliyên navneteweyî de ne tenê ji bo Ermenîstanê, lê di heman demê de, wekî ku em fêm dikin, ji bo Çînistanê û ji bo mirovahiyê bi giştî sûdmend in.Heger armanca giştî û dawîn avakirin ayn vegerandin yan xurtkirina hiqûqa navneteweyî, xurtkirina piralîbûnê be, wê hingê em bi tevahî vê nêzîkatiyê parve dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button