SerekeSîyasî

Nîkol Paşînyan dîmenên hevdîtina xwe ya bi Îlham Eliyev re weşandîye /vîdyo/

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan vîdyoyek ji hevdîtina xwe bi serokkomarê Adirbecanê li ser rûpela xwe ya Facebook ê weşandîye û nivîsîye:

“Hevdîtina bi serokkomarê Komara Adirbêcanê Îlham Elîyêv re di çarçoveya pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de”.

Wek ku me  ragîhandibû, serokwezîr Nîkol Paşînyan  9 ê tîrmehê ji bo serdana xebatê çûbû  Yekîtîya Mîrtîyên Ereba.

Serokwezîr Nîkol Paşînyan li Abû Dabîyê rastî serokê Yekîtîya Mîrtîyên Ereba Şêx Mehemed bîn Zayêd Al Nahyan hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button